ÞEVÞEVOKÊN REWISî
Dîrok: ÇáÃËäíä 29 ãÇíæ 2017
Mijar: Nûçe



Laleþ zerdo 

Hûn talan dikin
Hiþ
Mejî
Ken
Hezkirin
û 
Rehên Dil ji kok ve radikin


hûn talan dikin
Welat
Milet
Dîrok
Hêvî 
daxwaz
û
têkilîyên Civakî di Çilê-çilde
li Aþê bêhiþîyê dixînin hûrdikin û
li ber Bayekî Kur didêrin
erê.... 
hûn talan dikin
Zarok 
Raman
Zanîn
wargehan kavil dikin
û 
di Qulên Gornepaþan re
wan derbas dikin
di himbêza çewtiya xwede de
wan mîrat û Serad dikin
Pêximberên Zor û tariyêne hûn
ken cima Zivir dibin? 
goman çima bêjî dibin ?
Hestên Dayikan çima sert dibin ?
hûn talan dikin û
Hespê serxwebûnê Gem dikin
da ku þîhîna Azadiya Miletekî rêzgarkirî 
di guhên wede ne meye
kevz û çirava Hewqên we berebatiya meye
her tiþt þelû û girik dibe
hûn di paþ Perdan de xwedîbûne
erê.... 
hûn xwedîkirîne
hûn kedîkirîne 
bi Baskên kê difirin
hûn
ne pîrozin
ku em di Mizgeft û laleþên xwe de
Tizbiyên we liboo- libo berdin û 
di Hustên xwe xînin
hûn talan dikin
Kêlên Pakrewnan 
ne Bazbend û niviþtên Dolarên wene
ne Qeymax û Hunguvê taþtiyên wene
ne Mohra Rapotên Bazirganiyên wene 
ne Riyên çiv û livên Partiyên wene
Koseno..
Devê we di Alif û Cuherê kêdeye
Koleno...
Kêl kelehên Azadiyêne
hûn nikarin Miletekî destkêþî koletiyê bikin û 
bi Hûçkên þowreþê serkovendiya Dîlanê bikin
hûn Miþeqt û Culheçiyê kêne 
hûn
Dîwar û Sînorê kê serrast û bilind dikin
eger ku ne Sînor û Ala Kurdistaneke pîroz be
Em tu Sînor û Alan bilind nakin
Em tu Al û Sînoran ser rast û bilin nakin
bilin nakin.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4627