Ji Vedenga Drok
Drok: 28 2017
Mijar: Ne



Merwan Berekat
 
Di berîkên vî çiyayê de xewnên dêpîran li ser balgiyê keserê paldane, û di hemêza ikeftên Niyandirtalan de vedenga dîrokeke dêrîn dilorîne....
Siha xwedêwendên bê perestgeh li peravên kanî û çeman çogvedane, û dengê Etiyax di navbera erd û ezmên de, bi keserekê ve aliqiye...
Di navika sirt û zinarên vî welatî de, kilkila hêrsên Diyako ye, û hîrhîra hespên Alalaxiyan hîn ji guhên deryaya Sipî dernehatine...


 Li ser lêvên gelî û newalên ku pertavên rojê li xwe digerin, hêviyên Nazatiya çîk didin, û kila çavên Farona di bihna lale û kulîlkan de dadirive...
Li ber dawa çerx û felekê xeftanê serdeman bê bikovk e, lêvên dîrokê hîn nizanên memikên rastiyê bi hêdî bimijin...
ev serxwe dizêvire û tirqiyên rojê her sîleyên li ser çavên tariyê ne...
Birûskên orea hebûnê ji pêdariya kurên rojê dijenin, û ewrên xapînok di paela bizdonekiya xwe de dimiçiqin...
Belê, di hêlûn û landika vî çiyayî de, tevna jiyanê bi kirkûtê lehengiyê tê kutan, û rengên wê ji mirovperweriyê vedibrûsin..
 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4625