Ji Evna Rojn Kevin/ 111: Mirtib dengbjan ziman me parastin
Drok: 22 2017
Mijar: Ne



Konê Re
 
  Di destpêka çerxê 20an û vir de, civaka xelkên beriya Mêrdînê civakek koçerî bû. Hêj aristaniya akincîbûnê cihê xwe di nav xelkên wê de ne girtibû, ji bilî wan çend gundên dora rêka hevirmê (Ipek Yul), yên ku ji sedê salan ve bi rûnitvanên xwe dagirtî bûn. Havînan xelkên beriya Mêrdînê bi dûv çêra sewal û tariê xwe de diçûn bakur, zozanan û vedigeriyan warê xwe. Zivistanan jî xelkên bakur ji zozanan dihatin beriya Mêrdînê, germiyanên xwe lê derbas dikirn..


  Di wan çûn û hatinan de gelek bûyerên evînê cihê xwe di dilê evîndaran de digirt, gelek erên êlitiyê li ser çêra pez û zêdegaviyan di nav wan koçeran de diqewimî û di encam de dengbêjan ew bûyer dikirin stran, di civakan de digotin û dibilandin wek vê strana evînî:
Were domam, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek îr tê yek ekir tê..
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eq û dil tê..
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreê ji nav gawir tê..
  Erê ezbenî! Tevî asteng û problemên ku di civaka xelkên beriya Mêrdînê de hebûn; ji berberî, erê êlitî, erê netewên cîran û xweparastinê, wan xelkan karîbû li gor xweristiya beriya xwe amûrên muzîkê wek def û zirnê, kemaçe û tembûrê ji xwe re bibijêrin, li ber deng û jenên wan kul û xem, kêf û ahiya xwe bînim ziman û pêre biraqisin.. ji mêj ve, muzîk, stran û semayê rola xwe di civaka wê de listiye û akama xwe di derûna mirovên wê de kola ye. Ta pileyekê ku mirovên wê nikarin dûrî stran û muzîkê bijîn..!
  Bi wateyeke din, wek ku mirovê kurd hez xaka Kurdistanê kiriye wiha jî hez muzîk, stran û govend û dîlana kurdî kiriye û di encam de rêzgirtin ji mirovên muzîkjen û dengbêj re girtiye. Ewên ku muzîk bi liva destên wan hatiye jenandin û gotin ji gewriya wan hatiye der û herdu bi hev re hunandine..
  Ji wan muzîkjen, dengbêj an aiqan re hatiye gotin (Mirtib). Ew mirtib, ji eynî êlê bûn, xwedî giyanekî sivik yê kêfê bûn. Karê wan yê sereke, ahiyên okirin û kirîvantiyê bi amûrên mûzîkê wek def û zirnê û kemaçê xwe dikirin û cemawerên bedar li ber dengê wan û amûrên wan direqisîn û sema dikirin. Hem jî, stranên di pesnê axayê êlê û eîrên êlê de himberî êlên din re pesin didan.
Belê, tevî qedexebûna zimanê me ji rex dewletên desthilatdar ve, mirtib, dengbêj û stranbêjên me karîbûn zimanê me biparêzin û bihêlin em li yek stranê guhdarî bikin...






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4620