Abrê; gundê heft goristan!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 29 ÃÈÑíá 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
   Di roja 28ê nîsana 2017an de li ser daxwaza min û Cemîlê Elêwî serokeþîra Cobira, digel du hevalan çûm gundê Abrê. Gundê Abrê li herêma Aliya, bakurî Çilaxa bi dor 5 km dikeve û dor 50 km bareþî Qamiþlo ye. Gund mezin û ava ye, dor 150 malî têde heye. Sirûþta gund gelekî xweþ e, di nav sê mitikên sirûþtî û heft guristanên mezin û kevin de hatiye avakirin. Ev yekemîn care ku diçim vî gundî, qet min bîr nedibir ku ev gund wiha dêrîn û dîrokî ye.


   Piraniya xelkên gund ji eþîra (Cobira) ne. Axayên gund ji mêj ve malbata (Hemoyê Elêwî) ne hem jî ji wan re dibêjin (Elêwiyê Xino). Mazûbanê min wiha navê xwe û bapîrên xwe ji min re got: Ez Cemîlê Hesenê Elêwî me, yê Silêmanê Elêwî yê Xino.. Ji bav û kalên xwe ve em xwediyên vê gundî ne.. Em bi navê Xinoyê Elêwî jî di nav kurdan de naskirîne.. Û berdewam kir: Mela Beþîr digot Ji sala 1540î ve gund ava ye û di destê malbata Xino de ye.. ji xwe gundê Þebek Abrê çêbûye.. Eþîra Cobira ji eþîra (Cibra) hatiye.. (Mela Beþîr, Melayê wan bû li gundê Þebek û zanayekî xwedî bawerî û xwedî pirtûk bû).
   Sebaretî koka eþîra Cobira, ez jî dengê xwe tevî dengê Mela Beþîr dikim ku ew birekin ji eþîra (Cibra) ya bi nav û deng di bakurî Kurdistanê de. Ev eþîra ku lehengê kurd (Xalid Begê Cibrî) jê ye.
  Bi demê re hin nefer ji vê malbatê, ji gundê Abrê çûne bajarê Cizîra Botan û lê bûne ji eþrafên Cizîrê wê wek malbata Hecî Dursen. Hemjî dibêjin ku ew û malbata (Mela an Keye) yên ku di nav Kîkan de paytexta wan gundê Til Êlûnê ye û çend gundên wan yên din jî hene ji yek eþîrê ne.
Sebaretî navê gundê (Abrê An Abra) û kevinbûna wê, di baweriya min de, ev gund berê þûnwarekî Cihûya bû. Ew Cihûyên ku (Nebûxuz Neser) Qeralê Aþûriyan, ew di sala (586 B.M) ji Orþelîm û Samera sirgûnî Kurdistanê, welatê Firsê û Mezopotamyayê kirin. Çesipandina vê yekê, ku gelek gor di nav her heft goristanên gund de hene, ne wek yên misilmanan ne, ser piþta wan bi keviran nixumandî ne, Hem jî hin kêlên gorên goristanên wê wek wêneyan û xêzikan li ser wan hene.. Ji xwe navê gund (Abrê) ne dûre ku navekî Ebrî be. Her wiha navê van gund û xirbên ku li dor gund hene, baweriyê bi mirov re xurttir dike; Ji baxerb ve (Girkê Cihûya) ye, ji bareþ ve gundê (Xirbê Cihûya) ye, ji baþûr ve gundê Þebek û Xerab Bajar e û gundê (Nebî Sadî) di rex de ye û wek ku diyar e gotina Sadî gotinek Ebrî ye.
Ji cihên naskirî li dor Abrê: Xanîkê Domamê, Olam (Þûna sûrekê ye ku berê bi birc û dergeh bû, Kevrê Zelqê, Kevirê Çêlekê, Erdê Çirin, Erdê Çîtikê, Kaniya Rîhanê, Girkê Arfo, Warê Finêtiþ..
Belê di salên 1394-1401ê zayînê de ev gundê Abrê jî wek tevayî gundên herêmê ji ber talanên Tîmor Ling ser û binê hev bûne, hatine wêrankirin, kes di wan de nema ye. Xuya ye di pey Tîmor Ling re bi çend salekî careke din jiyan lê vegeriya ye û malbata Xino an Elêwî, li gor civaka Kurdî ya koçerî (Zozan Û Germiyan), ji eþîra xwe Cibra qut bûbin û di sala (1540 z) de li gundê Abrê cîwar bûbine, wek ku mela Beþîr gotiye. Helbet mela Beþîr ev dîrok ji hin pirtûkan bihîstiye.. Bi rastî, ez ji her heft goristanên gundê Abrê mame ecêmayî.. Hin dibêjin ne heftin, 27 goristanin!
Dibêjin ku carekê Mîr Botan þandiye ji serokeþîrên xwe re, ku her yek û sed zilamên wî pêre herin cem, Birca belak. Dibêjin axayê eþîra Cobira bi yek zilamî re çûye. Mîr jê pirsiya min sed zilam xwestiye?! Wî li Mîr vegerandiye: Belê mirê min! Min yek zêde jî bi xwe re aniye! Mane tu ji min re dibêje: Tu bi sed zilamî ye.
Wêne: Elêwiyê Silêmanê Elêwî û neviyê wî Cemîlê Hesenê Elêwî
Qamiþlo, 30ê nîsana 2017an


 

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4598