Konê Reþ
Bi helkeftina derbasbûna 119 salan di ser roja
rojnamegeria kurdî de ku di roja 22ê nîsana 2017an de destpê dike, bi min xweþ
e ku her roj ji bo we kovarekê an rojnameyeke a kurdên Sûriyê raxînim ber
çavan.. Îro bela mijara me kovara Gelawêj be:
Kovara Gelawêj:
Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an
de, di bin þîretên Osman Sebrî de derketiye. Wek ku diyare ev kovar a Partiya
Demokratî Kurdî (Alpartî) ye.
Ji destpêkê ve serkêþên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn, vê paþiyê ketiye nav destên gelek kesan de.. Navê wê ji (Gelawêj) a Kurdên Îraqê, ewa ku rehmetî Ibrahîm Ehmed û hevalên xwe di salên 1944 an de diweþandin, hatiye girtin. Hejmara pêþîn di sala 1979 an de derketiye, hejmara dawîn (34) di sala 2007 de derçûye. Ebada wê li ser pelên A4 bû, ango (20x32) bû.
Gelek hejmarên zozo ji vê kovarê hatine weþandin. Ev kovar jî di destpêkê de li ser pelên A4 bi ronyo dihat kiþandin, naverok qels û lawaz bû. Ji sala 1990î û vir de wê jî kirasê xwe guhertiye û hejmarên wê yên dawî d çapxaneyê de hatine çap kirin, bi naverok û wêneyên spehî.. Di sala 1997 an de ew jî wek Gulistan tevî kovara (Bihar)ê bûye... Divê bête gotin ku di nîsana 1991ê de kovareke din bi navê (Gelawêj) ji rex rêkxistineke din ve, hatiye weþandin û çend hejmarên bedew jê çap bûne. Di sala 1993 an de ev Gelawêj tevî kovara (Pirs)ê bûye..
Konê Reþ, Qamiþlo, 08.04.2017