Encamnameya yekemîn konferansa Hevgirtina rewþenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK - þaxê Ewrupayê
Dîrok: ÇáÃËäíä 27 ÝÈÑÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê, di 25.02.2017 de, hejmarek ji kedkarên çanda kurdî ku li welatên Ewrupayê dijîn, di çarçoveya yekemîn konferansa rewþenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK de, li hev civiyan. Ev civîn wekî encameke asayî ji encamên kongireya pêncan ya HRRK bû, ku li ser axa welat li bajarê Qamiþlo di 23.12.2016 de, lidarketibû. Konferansê bi kêliyeke bêdengî ya ji bo giyanên þehîdan û bi sirûda neteweyî "Ey reqîb" destpêkir. Piþtî wê mêvanên beþdar, dezgeh û kesayetên amade bi axavtinên xwe yên nirxdar yên li ser rewþa kurd û kurdistanê ya siyasî, çandî û civakî civîn xemilandin.


Konferansê bi danûstendina li ser rojevê destpêkir û bi xwendina rapora giþtî ya ku ji hêla serokê berê ve hate xwendin, berdewam kir. Pê re jî danûstendinên li ser mijarên girêdayî karê di warê çandê de hatin holê, ku yekser têkiliya wan bi her du astan re heye, asta kurdî  weku nasnameyeke neteweyî û asta ewrupayî ku hemû endamên vî þaxî li welatên Ewrupayê yên cuda dijîn. Wisa jî behsa çawatiya pêþdebirin û berfirehkirina karê rewþenbîrî yê di van herdu astan de bû, da ku ev hevgirtin bibe sîwaneyeke yekgirtî ji bo hemû rewþenbîrên kurd li derbideriyê û li hundir welêt. Bi awayekî ku nasnameya rewþenbîrî ya kurdî bê çesipandin û xurtkirin, herwisa bibe nasnameyeke hevbeþ bêyî ku nasnameya siyasî, îdolojî û ramanî ya endaman di riya hevkarî û hevgirtina wan de bibin asteng. Ji ber vê giringiyeke mezin bo xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê hate dayîn, herweha pêdiviya lidarxistina festîvala Rojava ya çandî ya salane li derveyî welêt hate piþtrastkirin. Wisa jî hat xwestin ku malpera hevgirtinê ya fermî rojava.net bê aktîvkirin û piþtgiriya endaman di pirojeyên wan ên takekesane de bê kirin. Hat xwestin ku ev dezgeh rola xwe weku pirekê di navbera herdu çandan de, çanda kurdî û ewrupayî de, bilîze. Nexasim di navbera rojavayê Kurdistanê de û wan welatên ku endamên hevgirtinê lê dijîn. Di asta neteweyî de beþdarên konferansê pêdivî bi wê yekê dîtin ku kar ji bo yekrêziya kurdan bê kirin û ji çarçoveyên partîtî û rêxistinperestiyê dûr bimînin. Wisa jî pêwîstî bi girêdana kongireya neteweyî hate dîtin, da ku wekî lêvegereke hevbeþ ji bo hemû kurdan bê avakirin û roleke layiq di guherandinên dîrokî yên ku di herêmê de çêdibin de, bilîze. Di dawiya konferansê de komîteya birêveber ku ji van neh endaman pêk tê hat hilbijartin: " Þepal Hêvo - Seydo Reþîd - Xunav Kano - Zeredeþtê Kal - Reþîd Hisso - Helîm Yûsiv - Rêber Hebûn - Alan Mem Pîr û Ehmedê Xursî". Ji nav komîtê Reþîd Hisso wekî serokê þaxê Ewrupayê yê HRRK û Xunav Kano wekî cîgira serok hatin hilbijartin. Herweha komîtê ji nav xwe komîteyên ragihandinê, aboriyê, rêxistiniyê û ya çalakiyan destnîþankirin. Wisa jî Reþîd Hisso û Helîm Yûsiv wekî endamên desteya bilind ya HRRK ya giþtî ku wê birêveberiya karûbarê HRRK bi hemû þaxên wê bike, hatin hilbijartin.
Komîta birêveber ya Hevgirtina rewþenbîrên rojavayê Kurdistanê - þaxê Ewrupayê
Wuppertal - 25.02.2017






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4541