Ji dîroka kurdî / Kesayetî û helwest.. Xelek 26.. Mela Îdrîsê Bedlîsî û feremana sultanê Osmanî Selîmê Yekem
Dîrok: ÇáÃÍÏ 19 İÈÑÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Dîmenê polîtîkî:
Mela Îdrîsê Bedlîsî, di nakokiya Osmanî û Sefewî de,  bi dilsojî xwe da kêlek dewleta Osmanî, û rûmeta xwe ya ayînî û hemî karînên xwe yên rêvbiriyê û leşkeriyê ji bo wê terxandin. 


Di cenga Caldiranê  sala (1514 z) de hevalriyê sultan Selîmê Yekem bû, û şanzdeh mîrên Kurd bawerkirin dan, ku bi şervanên xwe ve tev li artêşa Osmanî bibin, û her weha hevparê gêrkirina raperîna Kurdên Amedê dij desthilata Osmanî bû jî.
Giringtirîn xizmetkariya Mela Îdrîsê Bedlîsî bo dewleta Osmanî ew bû ku, pêşewayên mîrnişînin Kurd ên bakurê Kurdistanê bawerkirin dan, ku dest ji xweseriya mîrnişînên xwe berdin, û bi şêweyê otonomî tev li dewleta Osmanî bibin. Hêjayî gotinê ye, ku pilan û xwaziyên sultan Selîmê Yekem ber bi sê waran de parve dibûn:
1. Bi hêla rojhilatê de, da rê li ber gef û gurên dewleta Sefewî bigire.
2. Ber bi başûr de, da destan bide ser dewleta Ebebozan li Sûriyê û Misirê.
3. Bi rojhilatê de, da sînorên dewleta Osmanî ber bi rojhilatê Ewopayê de fireh bike.
 
Da ku van xwaziyan bi cih bîne, divya bû, ku dewleta Osmanî destan deyne ser Kurdistanê, nemaze jî herêmên, ku naka bi (başûrê Kurdistanê, bakurê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê) têne naskirin, û bi ser giringiya ciyosteratîjîka Kurdistanê ve, pirojeya talankariya Osmanî ji bo sê sedeman bi hewceyî destdanîna ser Kurdistanê bû:
1. Bi destxistina samanên aborî yên Kurdistanê.
2. Sûdwergirtina ji karînên hişmendiya kurdî (Zana û rêvebiran).
3. Sûdwergirtina ji karînên şervaniya kurdî (rêvebir û şervanan).
 
Eger mîrnişîn û êlên Kurdî xweser bimînin, dewleta Osmanî nikare, wek ku ew dixwaze,sûdê ji van karînan werbigire, bi ser de jî heye hinek mîrnişînên Kurdî xweser dijminatiya dewleta Osmanî bikin, çi ji hêla xwe de, û çi jî bi mêldariya bi ser dewleta Sefewî; parêzera rêbaza şîe de.
Vê lomê sultan Selîmê Yekem pilan danî, ku wan mîrnişînan bi ser dewleta Osmanî veke, û dît ku Mela Îdrîsê Bedlîsî hêjatir kesê, ku vê yekê bi cih bikê ye, pêşî ji ber ku kesayetiyeke ayînî rûmetdar e, û paşê jî xwedî karînên polîtîkî û rêvebirî û leşkerî yên bilind in, û ji hêla rêbaza ayînî de jî coşdar û dilsojê dewleta Osmanî ye. Ka em feremana, ku sultan Selîmê Yekem, ji bo vê yekê derxist û ji Mela Îdrîsê Bedlîsî re şand, binerin.
Feremana sultanî:
“Mezinê rûmetdaran, û pêşengê xwediyên qenciyan, û rêwiyê xêzên rêbaza şerîetê, zanyarê aloziyên ayînî, çareserkarê girêkên bawerî, payebilind ê ku ji qeral û sultanan ve nêzîk , behaneyê misilmanan û rewayê, Şêxê  me Hekîm Eddîn Îdrîs ê ku Xweda qenciyên wî her hey bihêle. Dema feremana bilind a sultanî gîha we, bila were zanîn, ku nameya we naka gîha seraya bextewar, û mizgîna vekirina (destdanser) tevaya  îyaleta Diyar Bekir, ku li gor başiya ayîn û dilsojî û dostanî û duristiya te bû, wek ku ji te dihate hêvîkirin, bi xwe re anî, Xweda rûyê te sipî bike. Û bi ya Xweda, ji bo vekirina (destdanser) hemî îyaletên din, tuyê bibî sedema herî hukardar, û hemî xelatên min, ên qeralî û payebilind dê ji bo te bin, û bigihînin te.

(Sultan Osmanî Selîmê Yekemîn)
  Digel mûçeyên we ta dawiya meha Şewalê ya pîroz, hin tiştên din dişînim, ew jî ev in: Du hezar lîreyên zêrî û ebayeke ji postê semmor hatiye çêkirin, û yeke din jî ji postê weşeq (semmor û weşeq du rawir in postên wan gelekî biha ne - Wergêr), du cilên (kinc) ji hiriyê, û dudiyên din ji cox (cawê biha – wergê) hatine çêkirin, û her weha kurkek ji hiriyê ye, û hundirê wê ji postê semmor e, û yeke din, ku hundirê wê ji postê weşeq e, û şûrekî zêrîn, ku cawê ifrencî li qinê (qapê) wî hatiye badan.
Gava bi ya Xweda gîhane, te, tu wan bi xêr û xwaşî werbigirî, û di nav xerckirinên xwe de bi cih bikî, û tu bimîn î di xêr û xwaşiyê de, û hêja yî diyariyên min ên qeralî payebilind, ji bo nirxbilindiya xizmetkariyên te, û  perûya (xelat) duristî û dilsojiya te.
Ji ber ku tu rewş û pergal û nasnavên mîrên, ku bi ya te kirine, û ji Diyar Bekirê bi te re hatine , dizanî, û her weha tu hejmara alayên, ku li wê îyaletê radestî  her yekî dibû jî dizanî, û li gor dostanî û dilsojî û pisporî û xizmetkariyên wan, min feremanên nedagirtî,(vala) lê zîmbola min a qeralî ya rewa li jora wan e şandin, ji bo cenabê mîrê gewre, neviyê mezinên nirxdar û rêzdar, xwediyê meqama payebilind, ê ku  Xweda piştgirê wî ye, mîrê mîrên Diyar Bekirê Mihemmed Beyqelî Paşa, Xweda bextê wî her sipî bihêle.
Her weha divê hûn, ji bo pergala alayên, ku radestî  her mîrekî bûne, û çawaniya radestkirinê, û nasnav û mûçeyên wan mîran, biryarên sultanî, bi şeweyê layiq binivisînin, û nisxeyên wan biryarên sultanî, û çiqasiya mûçeyên wan hûr hûr di kutikekî de tomar bikin, û ji bo parastinê bişînin seraya min, da her tiştek numa û naskirî be, û divê hûn nivîseke hûr hûrî jî bişînin, tê de  alayên, ku radestî mîran bûne, û çawaniya radestkirinê, û awayê nivisandina nasnavên wan bidin xuyakirin, lê divê ev parvekirin reseniya wan tiştan hemiyan biparêze, da ku bingehên hevgirêdana wan ji holê ranebin û ji hev nekevin.
 Her weha min kixazine (rûpeline) sipî nedagirtî, ku zîmbola (muhr) min a sultanî li ser wan e, şandin, da ji mîran re werin şandin, divê nivîsên berxwekêşana wan bi awayê layiq  werin nivisandin, û digel perûyên qeralî ji wan re bêne şandin, û nisxeyek hûrhûrî ya wan nivîsan, û çawaniya perûyan di kutikekî taybet de werin tomarkirin, û ji bo seraya min, ku cîgehê aramiya xelkê ye, bişînin, da her tiştek li vir were zanîn. Erkên sultanî di vî warî de li gorî daxwaza min bûn, bi ya Xweda yê hêzdar berê min wê bi wî alî de be, û bawer bikin, ku hewesa min a payebilind bi ser wan mîran de ji wek ku ew hêvî dikin mezintir e.
Naka Simaîlê Xwedanenas ê Sefewî  kurên Şêx El-Erdebîlî, Husên Beg û Behram Axa  şandine ba min, bi wan re nivîsek ji min re şandî, tê de bi her awayî xwe nizim kiriye, û bi her awayê xwedagerînê li ber min digere, û ji bo  peymana lihevhatinê û aşîtiyê Iava (rica) dike, û dibêje: Her tiştê, ku ez ji wî dixwazim, bê bend û merc dipjirîne. Lê mirov nikare bi ser gotin û paqijiya nîyeta wî de pal bide, vê lomê min her du şandiyên navborî di keleha (Dîmetoqeyê)de, û kesên ku bi wan re bûn jî di keleha (Kilîd El-Behir) de zîndan kirin. Divê tu jî ji hêla xwe de tevdîrên durist ji bo revokê navborî (ango Simaîl) bistîne, da tu ji bo erk û berjewendiyên herheyî yên dewleta min jidil û çalak bî.
Dawî, lava dikim, ku tu tevdîrên payebilind û karên rûmetdar diyar bikî, û vê yekê bizanibî, û bi ser îmzeya min de pal bidî“.
Nîvê meha Şewala pîroz, sala (921 k). Seraya xîlafetê. Edrene.
 
Evaya jôrîn deqa feremana sultanî bû, ku derdora sala (1515 z) bo Mela Îdrîsê Bedilîsî hatibû şandin.
Pirs ev e: Gelo girêdana mîrnişînên kurdî yên xweser li gel dewleta Osmanî pêdiviyeke polîtîkî bû, yan Mela Îdrîs bi hukariya (bandora) rêbaza ayînî ya sunnî wus kir? Bila ev jî mijara rûpelên, ku wê bêne be.
          *****        ***      *****
Jêder:
1.Se-idî Osman Herotî: Kurdistan we El-Împeretoriyye El-Osmaniyye, rû 260 – 261.
2. Mihemmed Emîn Zekî: Xulaset Tarîx El-Kurd we Kurdistan, 174 – 175.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4534