Kurdistana Rojava çawa tevlî Sûriyê bû ?
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 03 ÝÈÑÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Salar Salih
 
Kurd ji hezarên salan ve li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn, Kurdistana sirûþtî ku welatê miletê Kurd e, di dîrokê de yek parçe bû ta sala 1514 an, ku yekemîn car hat parçekirin di navbera ferweriya Osmanî û ferweriya Sefewî de piþtî cenga Çaldêranê, ku ferweriya Osmanî têde biserket, Kurdistana mezin bi vî awayî ji sala 1514 an de bû du beþ, beþê mezin ji Kurdistanê ji para ferweriya Osmanî ket, û gelek mîrîtî di wî beþî ji Kurdistanê avabûn girêdayî Sultanê Osmanî bûn ligor sîstemkê nêzîkî sîstema konfidralîzmê , wek mîrîtiya Botan, mîrîtiya Bedlîs, mîrîtiya Kilis, û mîrîtiya Milî ya ku ta sala 1909 an jî lidar bû.


Piþtî þerê cihanî yê yekem û têkçûna ferweriya Osmanî, dewletên hevpeyman xakên ferweriyê di navbera xwe de dabeþkirin bi imzekirina rêkeftina Sayiks – Pîko sala 1916 an di navbera Brîtanya û Ferensa û Rûsiyayê, lê piþtî vêketina þoreþa Belþefî li Rûsya ya Qeyserî sala 1917 an, Rûsiya ji rêkeftinê vekiþiya û tenê Ferensa û Brîtanya xakên ferweriya Osmanî di nav xwe de parve kirin.
Gelek navkokî di navbera Ferensa û Birîtanya de derketin holê, lê di dawiyê de ferensa  ji herêma Mûsilê ya Piranya Kurdî ku di para wê de bû daket û da Birîtanya, beramber rêjeyekê ji petrola Mûsilê, di rêkeftina Londonê de sala 1920 an di navbera Ferensa û Birîtanyayê, û bi vî þêweyî xakên rojhilatî çemê Dijlê ketin bin kontrola Birîtanya de û tevlî dewleta Iraqê ya nû bûn, û xakên Kurdistanî yên rojavayê çemê Dijlê tevlî Sûriyê bûn ku di bin kontrola Ferensayê de bû.
Û jiber piþtgiriya Tirkiyê ji þoreþgerên Sûrî re li dijî hêzên Ferensî û hebûna wan li Sûriyê, Ferensa gihiþt rêkeftinekê bi Tirkiyê re ji bo destnîþankirina sînorên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, û li bajarê Enqere sala 1921 rêkeftina Franklîn – Boyon hate imzekirin di navbera Ferensa û Tirkiyê de û sînor hatin danîn û Kurdistana Rojava hat veqetandin ji Kurdistana Bakur û bi vî awayî Kurdistana Osmanî hate dabeþkirin di navbera sê dewletan de, Tirkiyê , Iraq ,û Sûriyê, jiber berjewendiyên Dewletên hevpeyman yên serkeftî di þerê cîhanî yê yekem de.
Li tev ku peymana Sîver sala 1920 an danpêdan bi mafê miletê Kurd kir di desthilateke otonomî de li deverên piraniya Kurdî , lê ew peyman bi cî nehat jiber berjewendiyên dewletên hevpeyman û di kongirê Lozanê de sala 1923 an Kurd hatin xapandin û ti maf bi dest nexistin.
Pirsa miletê Kurd li Sûriyê pirsa Xak û Milet e, ne wek ku hin rewþenbîrên nijadperest dibêjin ku Kurd kêmnetew in li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, divê ku çareseriyek guncaw ji pirsa Kurdî re bê çespandin, ew çareserî jî divê di çarçoveya sîstemeke fedralî de be, ku miletê Kurd bikaribe Herêmên xwe bixwe birêve bibe, ger çareserî ne li ser vê bingehê be aramî li Sûriyê çênabe, û pêþbînî heye ku Sûriyê parçe bibe ger sîstema Fedralî neyê pejirandin ji Rêjîm û Rikberiya Sûrî.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4522