Hayko bi kurdî
Dîrok:
ÇáÌãÚÉ 13 íäÇíÑ 2017
Mijar:
Nûçe
Narîn Omer
Sawêr
Di paxila xewnan de
sawêrekê kulîlk çandin
Ew ez bûm.
Derya
Pêlanên derya
belengzkek
qêrîn zortir dibê
Welatê mine.
Pencere
Niqniqa baranê
Razan kûre
niknika cama pencerê
bilind dibê.
Baran
Baran sore
Çav razayîne
Ez bê çeng kirim
wê bihara bê dem.
Pirpirîk
Di xewnan de
pora min di xwerînê
tiliyên pirpirîka
bajarê min.
Dêr
Rojbûna mine
Kulîlk vedibin
Bi min re dikenê
Dêra taxa kevin.
Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi
Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4503