Ji dîroka kurdî / kesayerî û helwest.. ( 23 ) Mela Xidir Mîhranî.. Ŝêxê sultanê ebeboz Bîbers
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 10 íäÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
(Xizmetkarî û siza)
Berê jî me dît, ku Mela Xidir Kurdê herêma Cezîra Botan e, bavpîrên wî yên eyzîdî ola xwe berdan û bûn misilman. Dimîne em kesayetiya wî binasin, û ҫima bi (Ŝêxê sultan Bîbers) hat binavkirin? Ҫi xizmetkarî ji wî sultanî re kir? Dawiya wî ҫawa bû?


Ŝêwermendê (rawêjkar) sultan:
Jêderên, ku me lê nerine, didin xuyakirin, ku Mela Xidir sala (1277z) miriye, û wê hîngê  temenê wî bêtirî pêcî sal bûn, ango derdora sala (1225z) ji dayikê bûbû, yanê berî gêrbûna dewleta eyyûbî bi (25) salan. Lê gelo rewŝa malbata wî ҫawa bû? Gelo wî li gundê xwe (El-Muhemmediyê) dest bi xwendinê kiri, an li Cezîra Botan) an li bajarekî din? Nasnavê wî (El-Edewîالعدوي ) dide xuyakirin, ku ew bawermendê (rêbaza Edewiyê الطريقة العدوية ) ya sofonîzmê bû, gelo li ba kîjan tekyê (hucrikê) hîn vê rêbazê bû? Ŝêxên wî kî bûn?
 
Jêderên, ku me lê nerine, bersivên van pirsan nadin. Mela Xidir di jêderan cara pêŝîn li Dîmeŝqê tê xuyan. Dîrokzan El-Meqrîzî  المقريزيdibêje: “Destê xwe ji dinyayê kiŝandibû, û bi tenê li ҫiyayê El-Mîzze, dervayî Dîmeŝqê dima”, tê gotin, ku bejna wî navend bû, riha wî pir bû, ne serqot bû, serpêҫ (sariq) li serê xwe girêdida, destê ҫepê bikar dihanî, ŝêweyê kurdî tev li dengkirina wî ya erebî dibû.
Mîr Seyfuddîn Quŝtumur ê Ecemî سيف الدين قُشْتُمُر العَجَمي, ku ji mezinên mîrên ebebozan û hakimdarê Dîmeŝqê bû, nûҫeyên Mela Xidir dibihîse, û pirê caran seredana wî dike. Carekê Mela Xidir dibêje wî, ku mîr Bîbers El-Bunduqdarî بيبرس البُندُقداري dê bibe sultan, ewî jî ev nûҫe gihande Bîbers. Mirov ji vê yekê têdigihîne, ku hevdîtina Quŝtumur û Mela Xidir beriya, ku Bîbers bibe sultan, qewimî bû, ango beriya sala (1260z), û heye ku sala (1259z), di serdema sultan Qutuz de qewimî bû.
Piŝtî ku Bîbers sultan Qutuz ji niŝka ve kuŝt, Mela Xidir kir ŝêxê (ŝêwermend) xwe, û fermanek derxist, ku tekiyekê (hucrikekê) ji wî re li gelek cihan (Dîmeŝqê, Qudsê, Belebekê,بعلبك  Hemayê, Himsê, Qahîreyê) ava bikin, û Mela Xidir di tekyeya Qahîreyê de bi cih bû. Sultan Bîbers hefte bi hefte carekê yan jî du caran serdana wî dikir, û li gel hev henek jî dikirin, û razên xwe û yên dewletê jê re digotin, û bi ŝewra wî dikir, û li gor nerînên wî dixebitî. Dema gerên xwe, Mela Xidir ji bo tevdîrên karê dewletê, û her weha di cengan de jî bi xwe re dibir, û riya destêwerdana hemî karên dewletê  li ber wî vekir.
Mela Xidir pêŝ de têderdixist, ku dê hin bûyer biqewimin, yek ji wan ew bû, ku sultan Bîbers bajarê Ersûf  أرسوف(li Felestînê ye) sala (1265z) dor pêҫ kir, da ji dest xaҫeperestan bistîne, vê lomê ji Mela Xidir pirs kir, ku emê kînga vî bajarî bistînin? Mela jî rojek jê re niŝan kir, ku wê di wê rojê de bistîne, û bi rastî jî di wê rojê de ew bajar stand. Her weha ev yeka ji bo standina bajarên Sefed  صدفû Qeysariyê  قيساريا(li Felestînê ne) jî dubare bû, û bilindiya rûmeta wî li ba Sultan, bû sedem ku mîr û hakimdarên îyaletan, mîr Bedreddîn El-Xeznedarî بدرالدين الخزنوي , cîgirê sultan, jî di nav de, ji Mela Xidir bitirsin, û her tiŝtê, ku dixwazê, pêk bînin.

 
(Tekiyeke kevin)

Tawan û siza:
Bi sedema rûmetbilindiya Mela Xidir li ba sultan Bîbers mezinên mîran bûn dijminên wî. Carekê, bi amadebûna sultanî, gengeŝeyeke  giran di navbera Mela Xidir û mîr Bedreddîn El-Xeznedar; cîgirê sultanî, de qewimî, Mela Xidir dilsojiya wî bo sultanî xiste bin gumanê, û ne bi awayê eŝkera weha ҫû,ku dê desthilatê ji kurên sultanî bistîne. Berdeddîn ev yeka di dilê xwe de hêŝt, ta ku derfeteke tolhildanê bi dest xwe xîne.
 
Sala (1272z) ev derfet lê hat. Ji sultanî re hate gotin, ku Mela Xidir dervayî ŝerîetê tev geriye, ku têkiliyên evînî seksî li gel keҫên mîran girêdane. Ev nûҫeyan bi tevdîra mîran gîhane sultanî, û bînerin jî hanîn, ev tawanan dupat kirin, lê Mela Xidir înkar kir (lê mikur nehat), û di heman demê de jî mikur hat, ku wî tu caran negotiye ez mirovekî bê ŝaŝîtî me. Sultan ŝêwirî mîran, ew jî weha ҫûn, ku MelaXidir razên dewletê dizane, divê zindî nemîne, sultanî jî ferman derxist, ku were kuŝtin. Mela Xidir gote wî: Di navbera mirina min û ya te de rojên hindik he ne. Sultan tirsiya, û fermana zîndankirina wî derxist, û ji tirsa ku  di zîndanê de bimire, û ew jî di pey re bimire, cil û xwarinên biha û fêkî û ŝêranî jê re diŝandin zîndanê. 
Paŝê sultan Bîbers ҫû talana welatê Rûmê, Mela Xidir got: Wê sultan bi ser Rûman keve, û wê veger Dîmeŝqê, û wê di pey mirina min re bi bîst rojan bimire. Sultan nameyek ŝandibû, ku Mela Xidir were azadkirin, lê  Mela sala (1277z) mir, û malbata wî ew di tekiyeya Qahîreyê de xistin gorê,  name jî di pey mirina wî re gihîŝt. Gava sultan bihîst, ku ew miriye, pir tirsiya, û paŝê jî nexwaŝ ket, û di pey Mela Xidir re bi bîst rojan ew jî mir.
Kanî rastî:
El-Meqrîzî dibêje, ku Mela Xidir pendiyar û xwedî sincên baŝ û camêr bû, camêriya wî di dana zêr û zîv de diyar bû, mezovanekî bê hempa bû, û “rewŝ û pergala wî susret û ne normal bû, nerînên xelkê li ser wî cuda bûn, hinekan ҫaksaziya wî diҫespandin û baweriyên baweriya wî bûn, û hinekan jî ew bi giranî tawanbar dikir”.
 
Ibin Kesîrابن كثير  dibêje ku “Carcaran dest dihat ser Mela Xidir (ji hiŝ diket) û berî qewimîna bûyeran dizanî, ku wê biqewimin”. Û Ezzehebî الذهبي  vê yekê dubare dike, û bi ser de jî dibêje: “Ew xwedî derûna hukardar, û hêza iblîsî bû, û pêrî bi kar dihanîn”, û ji ber Ŝêxê îslamê Ibin Teymiyye  شيخ الإسلام ابن تَيْميةwerdigire, kû wî gotiye: “Mela Xidir misilman û rast bawer bû, lê belê kêm dîn bû jî (hin tevdîrên wî ne li gor ŝerîetê bûn), xwedî  pergaleke ŝeytanî bû”, û El-Yonînî اليونيني  jî dibêje: “Hin kesan ҫaksaziya wî diҫespandin, û hinekan jî ew bi giranî tawanbar dikir, lê ya layiq ew e, ku ew di navbêna van herdu nerînan de bû”.

 
Lîstineke (dans) sofînizmê

Divê ji bîra nebe, ku Mela Xidir ne zanyar bû, belê ŝêxê rêbazeke sofînîzmê bû, tu jêderan jî qal nekirine, ku ew danerê pirtûkan bû, û ev gotinên jorîn didine xuyakirin, ku ew rebenê Xweda û xwedî karînên bê hempa bû, û mîna hin mezinên sofînîzmê, wek Hellac  الحلاجû Muhyîddîn Bin Erebî محيي الدين بن عربي , ne ŝerîetmedarekî dupat bû. Xuyaye ku tawankirina bi nerewabûna hin tevdîrên wî, tenê behaneya zîndankirina wî bû.
Tiŝtê balkêŝ ew e, ku gava sultan Bîbers riya destêwerdana karên dewletê li ber wî vekir, ew dijî xaҫeperestan û cuhûyan tevgeriya, keniŝteke xaҫeperstan payebilind, ku li bajarê Îskenderiyê bû, hilweŝand û ŝûna wê kir mizgeft, û yeke din li Qudsê bû, ku li ba xaҫeperstan gelekî nirxbihabû, hilweŝand, û tekiyek li ŝûnê ava kir, û keŝeyê wê bi destên xwe kuŝt, lê hinek dibejin, ku bi destên xwe serjêkir. Her weha gewretirîn kenîsê cuhûyan li Dîmeŝqê hilweŝand, û mizgeftek li ŝûnê ava kir.
Tiŝtê hatiye zanîn ew e, ku baweriya Yedanî (eyzîdî jî di nav de) baweriyeke aŝîtiyane ye, ne yekeke ŝer û kifirkirinê ye, û va ye em dibînin, Mela Xidirê, ku reseniya wî Kurdê eyzîdî ye, ne tenê xizmetkarê sultan Bîbersê, ku Toran Ŝah; dawîtirîn sultanê eyyûbî kustî ye bû, belê bi ser de jî hilgirê ҫanda kifirkirinê, û bela ya ser xaҫeperestna û cuhûyan bû jî. Eger ew li hember xaҫeperstan û cuhûyan, ên ku (ehlî kîtab in) wusa bû, gelo ew li hember Kurdên eyzîdî, yên ku bi vir û vûtan hatin salixdan,ku ew (ŝeytanperest in) cawa bû?
Jêder:
1. Ibin Texrî Berdî: Ennucûm Ezzahîre, 6/276 – 277.
2. Ezzehebî: Tarîx El-Îslam, 15/309 – 310.
3. Ezzehebî: El-Îber fî Xeberî Men ѐber, 3/332.
4. Essefedî: El-Wafî bilwefeyat, 13/206 – 207.
5. El-Meqrîzî: El-Mewaîz û we El-Îtîbar, 4/307 – 308.
6. Ibin Kesîr: El-Bîdaye we Ennîhaye, 13/309, 325.
7. Mihemmed Bin Ŝakêr: Fewat El-Wefeyat, 1/ 404 -406.
8. El-Yonînî: Zeyl mîr,at ezzeman, 3/264 – 268.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîŝan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4502