Ji dîroka kurdî / kesayetî û helwest.. ( 22) Mela Xidirê Mîhranî yê kurdî.. Şêxê sultanê ebebozan Bîbers (Serdem û nasname)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 31 ÏíÓãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Serdema Mela Xidir:
Berê jî bi me re derbas bû, ku piştî serkeftina sultan Toran Şah li hember artêş firansizî sala (1250), wî dest pê kir, û desthilata Şeceretuddur  شجرة الدُّر( hevsra bavê xwe sultan Essalih الصالح) û ya rêvebirnê ebebozên Tirkan  kêm kir, wan jî di heman salê de, ew li ser maseya xwarinê,  bi hovîtî ji nişka ve kuştin, ebeboz Bîbersê Buduqdarî بيبرس بُندُقداري  jî di pêşiya kuştaran de bû.


Piştî nişkekuştina sultan Toran Şah, Şeceretuddurشجرة الدُّر  şûna wî girt, û piştî heyştê rojan, bi sedema nepejirandina xelîfeyê ebbasî El-Muste-isêm Billahالمُستعصم بالله  hat bi dûrxistin, û ebeboz Izeddîn Eybek, عزالدين أيبكbi nasnavê (El-Muîzz المُعِزّ ) bû sultan, û bi Şeceretuddur re zewicî. Ew yekemîn sultanê ebeboz bû, lê paşê, ji ber hin ciwaziyên navber de, û bi alîkariya hin cariya Şecertuddur ew ji nişka ve kuşt, û kurê wî Nûruddîn, yê ku panzdeh salî bû, bi nasnavê (El-Mensûrالمنصور ), şûna wî girt.
Wê hîngê, mangolan bi rêvebiriya Holago sala (1258z) Îraq dagîr kirin, û xelîfe El-Muste-isêm kuştin, û paşê jî di riya ber bi dagîrkirina Misirê de, dan ser welatê Şamê. Sultan El-Mensûr wê hîngê bi xortan re mijûl dibû, û amadekariyên rabûna li hember talana Mengolan ne di  bala wî de bûn. Ebeboz Seyfuddîn Qutuz قُطُز  سيف الدينev rewş ji xwe re bi kar hanî, û li gel mezinên feqiyan û dadweran rêkefin pêk anî, û sultan El-Mensûr sala (1259z) di keleha Qahîreyê de zîndan kir, û bi nasnavê El-Muzeffer  المُظفَّرbû sêyemîn sultanên ebebozan.
Piştî serkeftina ebebozan li hember Mangolan li Felestînê sala (1260z) di cenga (Eyn Calûtعين جالوت ) de, sultan Qutuz Sûriya ji destên Mangolan rizgar kir, û tev li Misirê kir. Di heman salê de li ser riya vegerê bo Misirê dostê wî Bîbers bi alîkariya hin mêldaran ew kuşt, û bû ҫaremîn û gewretirîn sultanê dewleta ebebozan, û nasnavê (Ezzahirالظاهر) wergirt, û desthilata xwe da ser   Misirê û Welatê Şamê. Ew bi xwe ji Kazaxistanê bû, di xortaniya xwe li bajarê Hemayê, paşê li bajarê Dîmşqê, û paşê jî li Misirê hat firotin, û sultanê Eyyûbî Essalih ew kirî, û tev li koma ebebozan kir. Gewdeyê wî mezin, û bi xwe jî wêrek û jîr bû. Navdariya wî bilind bû, û bû yekek ji mezinên rêvebirên ebebozan. Gelo serdema Mela Xidirê Mîhranî ملا خِضْر مِهرانيҫawabû? Û nasnameya wî ҫi bû?
Nasnameya Mela Xidir:
Navê Mela Xidir di jêderên erebî de wusa hatiye “Eşşeyx Xidir bin Ebî Bekir bin Mûsa El-Mîhranî El-Έdewî El-Kurdî الشيخ خِضْر بن أبي بكر بن موسى المِهراني العَدَوي الكردي ”. Ev yeka bê guman nasnameya wî ya kurdî diҫespîne. Her weha di jêderan de hatiye diyarkirin jî, ku ew ji gundê (El-Mihemmediyêالمحمديَّة ), ku bi ser (Cezîret Ibin Omerجزيرة ابن عمر ) ango (Cezîra Botan)de ye, bû ye. Hêjayî gotinê ye, ku Cezîra Botan bi ser erdnîgariya herêma Hekarê de ye, û ola wê deverê, dema talanên îslamê bi ser  Kurdistanê de hatine, ola êzdî bû, û xuya ye ku êzdiyatî di nav Kurdên Kurmancan de belav bibû, û heya îro jî hemî êzdî, ji her du warên zaravay zimên  û şûnwariyê de bi ser vî şaxê Kurdan de ne.
Her weha mirov ji navê gundê (El-Mihemmediye) jî têdigihîne, ku bavpîrên Mela Xidir ên êzdî, ҫi ji tirsa û ҫi jî bi daxwaz, bibûn misilman, lê gelo ev nasnavên (Mîhranî, Έdewî) ji kû ve hatine?
1.Nasnav (Mîhranî): Ev nasnav li gel Xwedayê ronahiyê, yê Arî yê mezin Mîsra (Mîtra = Mîhr = Tav) hevbest e, û Tav jî sîmbola wî bû,  û her du jimar (4 û 7) li ba Mîsrayîyan المِثْرائيينrewabûn hebûn, û ewana bi her ҫar hêmanên xwezayê, ên rewa (agir, ba, zemîn, û av) û bi hebûna heft ezmanan û heft qatên zemînê û heft pileyan  bawer dikirin, û gayê qurban li ba Mîsrayîyan awayekî xwedaperestinê bû, ji ber ku Mîsrayê Xweda gayê gerdûnî kiribû qurban, û perstgehên wan di şikeftan de li kêlek kaniyan bûn. Ev rûdanan hemî heya naka li ba ola êzdî parastîne.

 
(Perstgeha Mîsra di hundir şiketê de, û peykera Mîsra, ku ga dike qurban)

Pêximberê Med Zeredeşt perestina pirxweda, Xwedayê miletê wî jî di nav de, li ba Ariyên kevin ji holê rakir, û dawa perestina tekxwedayekî (Ahoramezda); Xwedayê ronahiyê li wan kir, û pileya hin Xwedayan kêm kir; şeş ji wan (Mîsra, Anahîta, Raşno, Serawş, Ferteragna,û Ramanhevastera)  kirin melaîkeyên rewa û heryey, ewana ji hêla rewabûnê de di pey Xweda Ahoramezda re ne, û Mîsra di (Avista) de bi rengdêrên (comerd, hêzdar, bilind, rastgo, baş, xêrdan, aşitîdan) salix kir. Navê wî di (Zendavista)de bi awayê (Mihîr) diyar e.
Navê (Mîhrمِهِر) li ba gelên Arî, Kurd jî di nav de, ma, her sal vestivala cejna (Mîhrمِهِر) li ba wan diqewimî. Heya naka ev cejn  li ba Kurdên êzdî, di sersala êzdiyan de (yekemîn ҫarşemba meha nîsanê/Ҫarşema Sor) diqewime, û carinan heya dawiya meha Hezêranê dom dike. Ev cejn bi navê (aheng) derbas zimanê erebî bû.
1.Navê (Mîhranî) di navên hin êlên Arî de, ji Efganistanê heya Kurdistanê, û li ba hinek ѐşîrên Kurdên êzdî ma, her weha hin zanyarên serdemên îslamê, heru serdemên Eyyûbî û ebebozan jî di nav de,  bi nasnavê (Mîhran) hatin naskirin, û bi awayê (Mîran û Mîranî, û Mîro) li ba hin ѐşîrên Kurd, nemaze jî (Kurnacan) ma, û hêjayî gotinê ye, ku heye (belkî) navê jinên Kurd  (Meyr, Meyro) ji ber navê (Mîhr) hatibin girtin. Eger ev nav bi awayê (Meryem) be jî, dîsan ne erebî ye, ew nave xwîşka Mûsayê pêximber e. Di hin lêkolên xwe yên berê de, me gotibû, ku pêximber Birahîm (bavpîrê Îbraniyan / Cuhûyan) yeke ji gelê (Horî / Hûrî) bû, û ola wan jî tavî bû (Şemsanî), û li gel Xweda (Mîsra/Mîhr) têkildar e.
2. Nasnav (Έdewî): Ev nasnav li gel Navê Şêxê êzdiyan ê mezin Edî kurê Musafirê Hekarî hevbest e, Şêx Edî di navbera salên (467 -557k / 1074 – 1162z) de jîyaye, di jînenîgariya wî de gelek  nesayîbûn he ye; jêderên kelepûra îslamî dupat dikin, ku endamekî malbata Erebên Umewî, Qureşî û misilmanekî sinî şafîî bû ye, û ji gundê /Beyt Far) ê li devera Bîqa ya Lubnanê ye ҫûye (Laliş / Laleş)ê li devera Şêxan, a ku wê hîngê bi ser herêma Hekarê ve bû. Ev herêm di navbera bakur û başûrê  Kurdistanê de parvekirî ye.
Li Lalişê Şêx Edî bi tesewwufê û destberdana ji dinyayê navdar bû, mezinê Şêxên pê re hemdem bûn ev yeka ҫespandine, Şêx Ebdilqadirê Gêlanî yek ji wan e. Rêbaza Şêx Edî bi (rêbaza Έdewî) hat naskirin, mêldarên wî li wê herêmê pir bûn (bi pranî êzdî bûn), Şêx Edî sala (1162z) li Lalişê mir, û gora wî jî heya naka li wir e, û ji rewatirînên ziyaretên êzdiyan tê nirxandin, Rêbaza wî paşê li gelek dever û welatan belav bû, û gîha Sûriyê û Felestînê û Misirê, û gelek hucrik (tekiye) jê re li wan welatan hatin avakirin.

 
Mezargeha / Gora Şêx Edî li Lalişê

Ev pareke gelek hindik bû ji jînenîgariya Şêx Edî kurê Musafir, me bi aloziyeke pirgirêk re  rû bi rû dike. Ola êzdî li gor jêderên êzdayetî, ku me xwendine, ji destpêka gerdûnê de hebû ye, û kelepûra olî kurdî berî îslamê ji me re diyar dike, ku êzdayetî şaxekî ola yezdanî aryanî ye, wek zeredeştiyê û yarsaniyê û ѐlewîtiyê (halawî), wê ҫawa Şêxekî Ereb î Qureşî Umewî misilman Şafîî bibe mezintir Şêxê ola êzdî?
Bi rastî jî eve  yekek ji aloziyê pirsgirêkî ye di dîroka Kurd, nemaze di kelepûra olî kurdî kevin de. Ev yeka bi hewceyî lêkolînên fireh û kûr e.
Piştî me nasnameya Mela Xidirê Mîhranî nas kir, maye em jînenîgariya wî jî binasin. Ev yeka wê mijara, ku wê bê be.
Jêder:
1. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 297/9.
2. Ibin Xellîkan: Wefeyat El-Έiyan, 254/3.
3. Avista, rû 43, not (7), 467, 485, 487.
4. Ezzehebî: Tarîx El-Îslam, 128/12.
5. El-Meqrîzî: Essulûk fî meirîfet El-Mulûk, 463-464/1.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4494