Werisê evîndariyê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 29 ÏíÓãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Ronî Elî
 
Çi evîn e ..
Werisekî badayî
Mîna gewdeyê Ejdihayekî
Ku di binê bîreke bê binî de
Kevokan vedpincirîne
Her ku lêvan
Ji kenê çavên yarê ziwa dikim
Li gewriya min
Jiyanê teng dike
Û ditengijîne


Çi evîn e ….
Çi evîn e
Nanekî li ser sêla dil e
Bi bihna sibehê re
Zimanê birçiyan þil dike
Rondikên sêwiyan kul dike
Û di xernaqa demê de
Karwanê lêpirsînê
Bê xelat û diyarî .. Bi rê dixe
Lê ti caran
Li kavilên sawiran .. Venagerîne
Çi evîn e ….
Çi evîn e
Peyaleke ji meyxaneya xemane
Ger tu vexwî 
Bi dîwarên sar û bê deng re
Dibî dost û rêheval
Ger venexwî
Di paþila xewnên kuzirî de
Limêja dînekî
Li ber serê miriyên avsaneyan
Disopînî
Çi evîn e ….
Çi evîn e
Gulmek Av e
Di sîbera Havînê de
Bizamara Þewatê
Ji ser lêvên qeliþî
Dadimale
Û di henaseya têkçûnê de
Tîbûna mirinê
Di pençeyê koça dawîn de
Telîz dike .. Û diþkîne
Çi evîn e ….
Çi evîn e
Ez û te
Û hin henaseyên
Ji rondikên hêviyan
Ku di sîngê me de
Bi dûmana ahînan
Kostek kirî mane
Her cara ku ber xwe didin
Bi nikulê reþbîniyê
Dilerizin .. Û dicivilin
Çi evîn e ....
 
20-12-2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4491