Helbestvan Cano akir dwana eva Tirs.. Pira di navera Penaberiy Welat de
Drok: 24 2016
Mijar: Ne



 Konê Re

Doh, bi dîtina gelek heval û hogiran kêfxwe bûm. Di nav wan de helbestvan Cano akir.. Pitî ku me xatir ji hev xwest, camêr dîwana xwe a dawî (eva Tirsê) diyarî min kir.
Berî kêlîkekê min xwendin dîwana wî bi dawî anî û hema dêrekt min dest bi van çend gotinan kir:
Cano akir yê ku di sala 1974an de li gundê Til Xatûnikê çêbûye, xwendina seretayî li gund, navendî li Tirbespiyê bi dawî aniye û pêre xwe di nav çand û hunerê de dîtiye, ta ku di sala 1997an de derketiye Elmaniya û wek penaberekî jiyana xwe lê derbas dike. Belê her ew bi ziman û kultura bav û kalên xwe ve girêdayî maye û di encam de du pirtûkên wî di weanxaneya (AR)ê de hatine weandin: Dîwana (Rojava) û komek çîrok bi navê (Rêwîtiya Ber bi Avê). Belê sebaretî vê dîwana wî (eva Tirsê), eva ku di nav destê min de ye, berhema wî a sêyemîn e, ew jî di weanxaneya Arê de, sala derbasbûyî 2015 hatiye weandin.


 Bi xwendina helbestên vê dîwanê re, ji min ve diyar bû ku Cano akir bi bedena xwe li Elmaniya ye, lê her ew bi hu û xeyalên xwe li welat e, nikare dûrî Til Xatûnkê, Tirbepiyê û Qamilo jiyana xwe a normal derbas bike.. Vêca di helbestên xwe de bi hewildane ku xwe bike pirek di navbera penabiriyê û welatê xwe de.. Bê rawestan hewildide ku herduyan dike yek! Di baweiya min de ev hewildana wî, ji reseniya wî ye, ji eqa welatê wî ye û ji welatperweriya wî ye..
Ji xwe hewcedariya me bi kesên wek wî welathez heye, berî gelek kesên din. Ez ji dil serketinê ji helbestvan Cano akir re hêvî dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.
Qamilo, 24/12/2016






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4488