PENABERÎ
Dîrok: ÇáÓÈÊ 24 ÏíÓãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



[Ji çîrokên sînor -3]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê derbask ê)
 
Lewend Dalînî

Di paþîya cemseyên leþkerî, ew tevde ber bi Nisêbîn ve birin…Nisêbîna kû weke wan di bin bandora granîya wê șeva bi çavên melûl li bendey mêvanê xwey wesîyayî dima? ew șeva ku nema li wan di qedîya? Di dîmahîkê de û di bin dengê reqe reqa tavên buharê û baranê kû ew tev di șûștin bi dîmahîk dibû?, ramanên wan jî di wê rewþa bi xezeb de dîsa tevlî hev dibûn, geh șan vedidan weke tavên berqê û geh jî melûl û mest dibûn û diketin șînek kûr û bê dawî di bin bandora êþkenc, êþ û jana canên wayî bê semax û bê berxwedan kû ber bi pêþerojeke bê hêvî, tarî û ne zelal ve di meþîn.


Li hewþa tabûrê ew ji hev veqetanfin, zilamê mezin, zarok û pîrek birin bi rexekî ve û xort tev li alîkî hewþê civandin.
Li odeyên ne amadekirî ji bona sivîlan, kal û pîrek û zarok bi cih kirin û xort li wê hewþê hiþtin? Geh þipê û geh jî li qelevîska di man heta roj li wan da der, rengên wan weke ên nîv mirîya dibû û hinek ji wan ji kêm qewetî li erdê diketin.
Tevan bi wî halê tengezarî berdewam kirin hetanî piþtî nîvro, hinek xwaring dan wan peyre tilîyên wan li kaxezan dan û bi sened kefalê ew berdan,
 
Hemîdo û jina xwe û zarokên xwe kû berê wan li Istanbolê ye xwe dane hev û bi meþê berê xwe dan Termînala Otobosên Nisêbînê. Her qederekî xelk di sekinandin û ji wan di pirsî; tanî camêrekî Nisêbînî xwedî terembêl gote wan werin swarbin va berê min jî li terminal ê ye.
Dilê wî gelekî bi halê wan þewitî û bi dilekî þikestî ji wan re got: Berê we li kû ya? Hemîdo lê vegerand û got em Kurd ê bin xetê ne, berê me li Ewrûpa ye? Ev çend þevê mene di sînor de û niha em ji tabûrê berdane û kuflet gelekî bê mihwar bûye em kesî nasnakin lê xwedakî me heye?
Di neynika terembê a hundir çavê wî li zaroka ket kû nîv mirî li ser mil û kaboka diya xwe, stwên wan xelîyabûn? Keserek ji kûraya dil kiþand destê xwe avete berîka xwe çixarak derxist, pêxist û mizek jê kiþand weke yekî ku di xwest kû kela dil ê xwe hînik bikê? Û pirsî: Pismam ma van zaroka xwarin xwarîya? Got na?
Li Liqunta termînala Otobîsa xwarin da wan û ji bêrîka xwe bilêtê Istanbûl ê ji Hemîdo û kufletê wî re qut kir weke camêran û bi rengek alîkarî? Spasîya wî kirin xatir bi germî jê xwestin û Ketin ser riya biyanî yê…. Berê xwe dan oxirê û piþta xwe dan felekê.
Zêdey þev û rojekê di rê de man tanî gihiþtin Istanbolê? Cara yekemîn e kû Hemîdo bajarekî wilo mezin di bînê û di kursîyê Otobîsê de sehw pêr çêdibê û di bin vê bandorê de hêsirên ziwan ji çavên wî hatin xwarê û wê bi çi rengî vî kufletî bi cih bînê û wan ber bi welatê biyanîyê de bibê û wan bi parêzê, ne bi zimanan zanê û ne jî perê gelk pêre hene û kete mitalan de, lê hîna jî kuflet tevde di xew de ne û kesî hêsirê wî nedîtin.
 
Otobîs li termînala mezin a bajarê Stenbolê rawestîya; Hemîdo kuflet yeko yeko ji xew þiyar kirin û peyabûn, çenteyên xwe ji Otobîs dan hev û li ber dîwarekî rawestîyan û ketin mitala bê ka wê bi kûve herin û mat mayî pûnijîn?
Dîmahîk heye…..
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4485