Merwan
Berekat
Bi dengekî seyrkeyandî
Bi axîneke kelogirî
Bi rondikine þaþherikandî
Li rojeke kelrijandî
Û bi bayê hêrsekê re
Te nameya xewna me
Xiste gewriya babelîska kovanan
Û xatirxwestineke
Sotandî rêkir…
Di landika þevan de
Mîna zarokekî jibîrkirî
Perpekîkeke baskþewtî
Û sozekî rêþaþkirî
Bi nêrînine bîrveçûyî
Pêjna te dipelînim
Li pêsîrên wê rojê
Wekî meynoþekî hestxwekirî
Di bagera…
Xatrxwestina te de
veweþwiþîm
Çi…..
Çi hîþt
Ku þahiya sêperî
Bibe vedenga
Lorandineke nehêsayî
Di paþela roj û þevan de
Bibim…
Mîna rengekî ji xwe revyayî
Û baraneke nîvbarandî?
Hîn…
Xaçkirinên wan dêman
Bi ramûsanên li sibehan
Mîna zaroktiya elendê
Þewqfiroþ in
Hîn giyan..
Hest…
Dil û hêvî soznoþ in
Ne dîn…
Ne jî serxweþê
Meya tiryê xoriz im
Mîna perperîka þevê
Bi tîna awirên te diþewitim
Çar rojên liberxweketî
Çar sibehên kulekrêketî
Mîna marekî nîvkuþtî
Di riyeke kumiþî de
Xwe li xwe dalandin
Ez jî…
Wekî bilbilekî baskþikestî
Di nav agirê dûrbûnê de
Tenê…
Awazên hawaran difirînim
Mîna…
Kulîkeke li dawiya Payîzê
Kenqurmicî li ba dibim
Mîna…
Peyveke qetqetî
Ya li ser zimanê sêwiyekî birçî