Dr. Silêman Lehengek ji lehengên Welatê Min e
Dîrok: ÇáÃËäíä 07 äæÝãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
   Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî de nifþek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifþî derbas neke, ew nifiþ stewir bimîne; û dibe ku di nifþê miletekî de gelek dayik lehengan bînin.
  Gel jî mirovên ne leheng nake leheng. Heger teraziya dîrokê gel be, teraziya gel jî ji zêr e; gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jê re dibe dîrok.


  Ne gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim, ewên ku navên wan di hiþê her Kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin; ewên ku di zindanan de, di bin þert û mercên dijwar de li ber xwe dane..
  Lê wek nimûne, ez Dr. Silêman Çurukaya wek lehengekî gelê kurd dibînim û van gotinan wek wefadarî ji giyanê wî re pêþkêþ dikim.
  Dr. Silêman Çurukaya, yê ku di roja 30-10-2016an de nûçeya þehîdbûna wî li Kurdistanê belav bû, Kurdistaniyan jî, bi kul û xem ev nûçe pejirandin.. Vî lehengî bi tev þiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kir. Ji destpêka xortaniya xwe û ta bi rojên xwe yên dawî, anku tev buharên temenê xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin di ber Kurdistanek axad û serbixwe de derbas kir.. Û ji bo vê rêbazê, gelek caran ji rex dagirkerên kurdistanê ve dihat girtin û jiyana wî di miþextî û zîvariyan de derbas dibû.
Erê, Dr. Silêman Lehengek ji lehengên Welatê Min e.
Qamiþlo, 07.11.2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4445