Adnan Hassan/ swêd
Dîno!
Tu bi kîjan çavî
derziya jiyanê bi dar
vedikî?
Tê bi çi þêweyî
birînan bidrû?
Yan jî tê wan pîne
bikî?
Di kîjan demsalê de
Wê kwînêrên te
derbibin?
Dîno
Jiyan li dû te dibeze
Tu di bin qamçiyê felekê de
Li îske îska xwe guhdar dikî
Xaçîrêka stiriyên çavbeloqê
Diçe mirinê
Hela raweste Dîno
Tu ber bi zivistanê ve diçî
Wê dîsa dilop
Xewnên te biperpitînin
Û tê di dilê xwede bêjî
Buhar bi rêdeye
Ezê agirê newrozê vêxim
Û gorê qurbaniya bihejmêrim