Gotinên Pêþiya -2
Dîrok: ÇáÎãíÓ 22 ÓÈÊãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Amedekar: Paþa Amedî
 
Min gotinê pêþiyan tenê ji devera gundê xwe(Gundê Qerto) berhev kir. Ev gotinên ku min berhevkirinin hinek gotin biþibe gotinên heremê dinan jî lê min dîsa berhev kir. Ji bo ku gotinê pêþiya ji nav gel derkeve  holê ku lêkolîner gotinan bidin berhev  ku çavkaniyek ava bibe. Keremkin bawer dikim hûnê pir sûd jê bigrin. Paþa Amedî


1.      Bêhna bava tê ji apa, bêhna dêya tê ji xaltiya
2.      Bêhna Xwedê fireh e
3.      Bi aran xwe pa, bê aran jî got: “Em bê ar in”
4.      Bi bendê xelkê nere avê
5.      Bi du tengasiyê firehî heye
6.      Bi kerê nikarin li kuriyê dixin
7.      Bi xwe xwedî kir, berda canê xwe
8.      Bi zimanê xwe bigre cihê xwe bikire
9.      Bila mirîþka min spî be bila qe hêka neke
10.  Bila ne bi dilê me, be ne bi milê me be
11.  Bîne, bibîne lê derdê hêwiyê nebîne
12.  Bira mirin hebe bira yextiyarî tunebe
13.  Bûk ji sêrgo dewlet ji Xwedê
14.  Çavê bizinê tim li çilo ye
15.  Çiyê mêran jibîr neke
16.  Çûk dibêje: “Goþtê min pariyek gunehê min barek”
17.  Derdê hêwiyê giran e, mîna jana dizana ye
18.  Derziya wê bi serî wî re ye
19.  Destê xwesiyê nagîhîje keziyê
20.  Dev ji þîrê germ þewutiye pifê dew dike
21.  Devê pisikê negihîþt parzin, got : “Bira xêra dê û bavê min be”
22.  Di rêya mirov de çi heye wê bibîne
23.  Dijminê xwe bi doskî dikuje
24.  Dîn e lê dînan baqil dike
25.  Dinya etariye çi dipirsî heye
26.  Dinya ji kesekî re namîne
27.  Dinya xweþ bûye, însan ne rind bûye
28.  Diriyan bi destê meriva derdixe
29.  Dît nedît bi xwe de rî
30.  Dixwe û narî
31.  Diz ji dizan dizî, erd û ezman lerizî
32.  Ê ku fêkiyan dipejrîne tav e
33.  Ewlad guz e torn kakil e
34.  Firî alçax ket
35.  Giyayê hewþê tahl e
36.  Golikê malê ji gayê mezin natirse
37.  Hay haya wî çûye, way waya wî maye
38.  Hê bîna sîra ji dev tê
39.  Hê hesp tune afir çê dike
40.  Her meywe di wexta xwe de xweþ e
41.  Herkes bi refê xwe re ye
42.  Heya heriya jin û mêr ji hev nebe hevdu nagre
43.  Hinekên bikin hinekên bixwin
44.  Ho deve, ho deve, milikê min û te her tim biheve
45.  Îþê jina weka îþê mirîþkê ye
46.  Ji bo ku însan hevdu nas bike; tu ya bi cîran bî an bi heval bî
47.  Ji bo nefsê, xwe avêt hepsê
48.  Ji tirsê sûc, ji sûcê ceza çê dibe
49.  Jin malan çê dike û xerab jî dike
50.  Kê kiro kê xwaro
51.  Keran çêkir hespa jî xwar
52.  Keran kir, hespan xwar
53.  Kerê xurt ço bi xwe nake
54.  Kevçî ma bi kodê, mal ma bi hodê
55.  Kî baþ e ji xwe re baþ e
56.  Kî bûk e ew berbû ye
57.  Kî çiyî bike ji xwe re dike
58.  Kosî hêkan dike, hêkan dixe erdê û dere
59.  Ku hat diyarê, wê were nav malê
60.  Ku þev li piþt be îþ çi tiþt e
61.  Kuriyeke mirov hebe bar li erdê namîne
62.  Li kerê siwar e li kera xwe digere
63.  Li mala bavê teq û req, mala mêr timû req
64.  Li zarokan bigurijin lê lê mexin
65.  Ma tu serê pisikê yî
66.  Mîna malê bavê xwe bixwe
67.  Mirov bi çekan, can bi eþya, heywan bi goþt xweþ e
68.  Mirov bi xûyê heywanê xwe zane
69.  Mirov ku ji yekî hez bike ji kuçikê wî jî hez dike
70.  Mirovan bi pemî serjê dike
71.  Mirovê ku bi nîþanî dibe êleka xwe darda dike
72.  Mirovê xerab weka qîra Þamê ye ji meriv zû jê nabe
73.  Nan dan ber, ço dane ser, nan bidin ber ço bidin ser
74.  Nanê mêr bê mînet e
75.  Ne ji defê re ne ji zirnê re dibe
76.  Neyarê bavan nabe dostê lawan
77.  Nifir bi nivî ye
78.  Nifir di carekî de naqewime
79.  Nigê xwe li koda xwe dixe
80.  Paþ stûyê xwe xurand û çû
81.  Pîrê bawernekir mêr bike, dawa heþtekê kir
82.  Qe nebe wê Xwedê bidyê
83.  Qey pêlê hêka dike
84.  Rizqê salê bi salê re ye
85.  Roviyê geriyayê ji þêrê veketî çêtir e
86.  Sola goþkar her tim qetiya ye
87.  Tehm bike fehm bike
88.  Ter û hiþk bi hev re diþewute
89.  Têr xwar tê hilda
90.  Tir li bin goha ketiye
91.  Tiþtê bi nêvî jê neke hêvî
92.  Tiþtê çû nede bi dû
93.  Xêran bike lê ne bi malê min
94.  Xwarin keviran nerm dike
95.  Xwedê li çiyê mêze dike berfê dibarîne
96.  Ya xwarinê xal û xwarzî, yê piþtê ap û birazî
97.  Yê ku nemre wê bibîne
98.  Yên ku malan xera bike bê mal dibe
99.  Zarok mirovan dibe ber deriyê dijmin
100.               Ziman xweþ e, lê zik reþ e
 
Amedekar: Paþa Amedî-ÇANDNAME
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4400