Girava birbn ji bo azadiy
Drok: 15 2016
Mijar: Ne



 Ebdulezîz Qasim
 

 Her ji yekemîn roja cejna qurbanê ve û heta niha ev çar rojin endamên xwecihiya ENKSê li bajarê Qamilo taxa rojhilat berdewam in li ser girava xwe ya birçîbûnê ji bo serbestberdana girtiyên siyasî di girtîgehên PYDê de û di nav wan de serkirdeyên PDKSê.
 Mixabin; dewleta Tirkiyê di rojên Cejinê de rê da bo malbeta berêz Ocilan biçin serdana wî, lê çekdarên PYDê yên nav li xwe dikin partiya demokratîk û nav li xwe dikin hêzên Sûriya demokratîk û nav li xwe dikin netewa demokratîk, rê nedan zarokan bavên xwe bibînin?
 Di bin navê netewa Demokratîk de, netewa kurdî tepeser û winda dikin?


 Tevî wisa jî heta niha hîç aliyekî ji aliyên PYDê serdana giravgirtiyan nekiriye û wê serdana wan nekin jî û dibe wan siberojê di heps û girtîgehên (demokratîk) bikin û dibe êrî li ser wan bibe û dibe, ji ber ku ew aliyê rêzê negire ji ehîdê pêmerge re dikare her titî bike....! Herçende ku girav ketiye di çaremîn roja xwe de û hêjî girav berdewam e, lê mixabin heta niha medaya kurdî bi temamî bi rola xwe ranebûye û herwiha ya pêwîst e kurd bi hemû aliyên xwe yên siyasî û civakî pitgiriya vê giravê bikin ji bo PYD dest ji reftar û kiryarên dijminkarî berde...
 Silav li giravgirtiyan re
 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4398