Zewac Evînê Dikuje Yan Dewlemendtir Dike?!!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 15 ÓÈÊãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Vejîna Kurd
 
Pendeke emrîkî dibêje: “Wêrekiyek zêde pêdivî ye daku mirov ji ber evînê bizewice, lê Xwedê bi zewaca wisa þad dibe .”
Bêguman bilindtirîn hêviyên her dildarekî ew e ku bi yara xwe re bizewice, ma çima wêrekî pêdivî ye?! 
 Hin zanyar û pisîkolojî diyar dikin ku piþtî zewacê temenê evînê sê sal e!! ji ber wê jî  pirsa ku  li ser pir zimanan digere û dihêle ku keç û xortên, ku li ber deriyê zewacê ne, dudilî bimînin ew e: Ma gelo rast e ku têkliya zewacê ya pîroz dardekirina hestên evîndariyê radigihîne?!! Ango eger çîroka evîndariya Mem û Zînê, yan Siyamend û Xecê bi zewacê dawî bûba, ma ewê bimana simbola eþq û evînê?!!


Di vê mijarê de me nihêrînên pir hevjînan wergirt, piraniya wan digotin ku tu tiþt jê xweþtir nîne ku jin û mêr bi aþtî û evînî di malekê de bijîn, û nemaze eger ew zewac berê çîrokeke evînê dûr û dirêj be, lê mixabin piþtî demeke kurt dest bi nakokiyan dibe, rotîna zewacê ya kujer evînê diçelmisîne.. hinan jî digot: "Dengê defê ji dûr de xweþ e û rêbazên evînê li ser jiyana zewacê nameþin, piþtî jiyana hevbeþ hêvî, xewn û xeyalên evîndaran têk diçin û hin caran zewaca wan bi berdanê dawî dibe".
Di vê gotarê de me xwest em vê mijarê biþopînin û hin sedemên ku evînê dikujin berçav bikin in, piþtî pir nihêrînwergirtinan em gihîþtin encamê ku piþtî zewacê kêmasiyên her hevjînekî/ê  yên ku di demên pêþî de nayên dîtin derdikevin holê, ne axaftin li ser pirsgirêkên malbatê û nebûna pêwendiyên xurt di navbera jin û mêr de, xebata aliyekî ya zêde û valabûna dema aliyê din, jihev acizbûn û rewþa aborî ya xirab bandoreke mezin li evînê û jiyana zewacê dikin û gotinên evînê bê wate dihêlin,  li vir hiþmandî, lêborîn û têgihîþtin rola xwe dilîzin ango em kanin bêjin ku evîn bi tenê nikare zewacê serkeftî bike, divê li kêlek wê bawerî, rêzgirtin, hevkarî, hewildanên herdu aliyan yên ji dil, ji bona parastina evînê û herweha têkliya zewacê hebin û wek tê gotin: "Zewac bi sê parên xwe evîn e û bi heft parên xwe lêborîn e".
Rast e ku evîn bi danyînê xurt dibe, û zewac bi evînê dewlemendtir dibe, lê bingeha zewaca xweragir wekheviya giyan e.
Zewac,  di rastiya xwe de, bilindtirîn raz û sir e, ew ustubarî û jiyaneke hevbeþ e, bi hêviyên bilind dest pê dibe, lê kêm kes dikarin debara wê bikin û evînê jê re bikin serenav. 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4397