Ji dîroka kurdî.. Kesayetî û helwest.. Xelek 6
Dîrok: ÇáÃÍÏ 28 ÃÛÓØÓ 2016
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Iblîskirina şahê Med Ezdehak
 
Iblîskirina şahê Med Ezdehak xelekek bû ji xelekên awanbaziya mezin a Farisan dij Medan û şahinşîna wan. Ew awanbazî bi kurtahî wusa bû:
Fêlbaziya Kureş:
Şahê Faris Kureşê duwem hem steratîcîk bû, û hem jî zîrek bû, piştî dagîrkirina şahnişîna Med, ewî bi du rûtî li gel Medan têkildar bû; pêşewayên wan agah kirin, ku ew jî hevpişkên desthilatê ne. Deyakonov dibêje: “Kureş şahnişîna Med ne guhert, û ne jî ji holê rakir, belê xwe wek serdarê wê nîşan kir, û navê wî jî wek berê ma şahê Farisan[1].Dîsan Dyakonov dibêje:


Polîtîkaya Kureşê Duwem, a her berdewam ew bû, ku wî li gel comerdên (ҫîna bilind) Medan rêkeftin girêda, da bala wan ber bi xwe da bikşîne, û dostaniyan wan qezenc ke[2]. 
Kureş hin cîkarên leşkerî bilind spartin hin rêvebirên Medan, wek Harpage û Mazarîs, û di heman demê de jî kar kir da riyê li ber hewildana vejandina şahnişîna Med bigire. Wê demê desthilata wî bi du gefan re rû bi rû bibû:
Gefa yekem: Ji hêla mîrê Med Esbîtamê mêrê Amîtîda keҫa Ezdehak  de bû; ji ber ku li gor yasa ya Med, eger kurên şah nebin, wê hîngê mêrê keҫa wî dibe şah, ji ber vê jî Kureşê Duwem Esbîtam kuşt, û Amîtîda li xwe mehir kir, da rewaya polîtîkî bi dest xwe ve bîne[3].
Gefa duwem: Ji hêla Ezdehak de bû. Rast e ew zîndankirî bû, lê nûnerê zîmbola şahnişîna Med bû, vê lomê Kureşê duwem fermana bi dûrxistan wî bo kantona Hîrkaniya (başûrê derya ya Qezwîn) da, û paşê jî ew bo dîtina keҫa xwe vexwend, lê bi rê de rêvebirekî, ku navê wî Pîtsya bû, ew bire beyabanê, û li wur hêşt, ku ji tîna û biҫîbûnê mir. Xuya ye ev yeka li gor tevdîra Kureş bû[4].
Tembiya Qembîz:
Piştî kuştina Kureş sala (530 b.z) di cengekê de, kurê wî Qembîzê Duwem şûna wî stand, û diserdema wî de Med hatin paşguhkirin. William Durant dibêjema:“Nema Med serdesta Faris be, belê Faris bû serdesta Med[5]. Evê yekê hêrsê hin mîrên Med keland, û gava Qenbîz da ser Misirê, her du birayan Pîrtzîtîs û Gawomata sala (522b. z) serî hildan, û Gawomata textê şahişînê bi dest xist, û yasa û biryarên Qembîz ji kar xistin, û ji waliyên hemî deverên Med û Faris xwast, ku fermanên wî bi kar bînin[6].
Qemîz li Sûriyê bi rê ve bû, ji Misirê vedigeriya Med, û bi sedema birînan, li ber mirinê bû, gava wî nûҫeya jidestbirina desthilatê bihîst, rêvebirên Faris civandin, û ji wan re hewal da, û tembî li wan kir, û keysa vegerandina desthilatê, bi her awayî, li pêş Meda bigirin, ger wusa nekin laneta wî dê bi ser wan û hemî Farisan de were. Rêvebirên Faris, bi bandora rondikên ku ji ҫavên şahê wan diherkîn, şîndar bûn û giriyan, û cilên xwe ҫirandin, û paşê jî Qembîz mir, û wî ne kur û ne jî keҫ hebûn[7].
Dara (Daryos) kurê Heştasb, rêvebirekî Faris û bînerê tembiya Qembîz bû, piştî ku leşkerê Faris gîha welatê Med û Faris, ew û şeş rêvebirên din rêkeftin, da desthilata Gawomata yê Medî bişkênin, vê lomê ewan her heftan awanbaziya pir girêk gerandin. (me di pirtûka xwe “Şahnişîna Med” de qala wê kiribû), û bi nehênî derbas hundirê seraya şahnişînê bûn, di navbera wan û herdu birayên Medî de cegeke giran geriya, lê her du bira, piştî berxwedana bê hempa, hatin kuştin, û Med têk ҫûn, û şerpezebûna refê wan rola giran di vê yekê hebû. Faris bi ser ketin, û komkujî bi Medan kirin. Desthilata Gawomata tenê heft mehan dom kir[8].
Darayê Yekem bû şahê Faris û Med, di serdema wî de dijayetiya li hember Med dijwartir bû, kela hin rêvebirên Med jî li hember vê yekê bilind bû, û pêşewayê Med Feraorat sala (521 b.z) serî hilda, lê şoreşa wî têk ҫû, di pey re pêşewa Ceyteran Texme serî hilda, lê şoreşa wî jî têk ҫû, û Farisan her carê bi awayê hovane û sawdar tol hildidan, pê re jî Farisan dest pê kirin, ku her tiştê li gel Medan têkildar e, ji holê rakin û bidin wendakirin, ev jî yekek ji sedemên kêmbûna zanyariyên, ku li gel Meda hevbest in.
Dava Farisan:
Farisan ji bo jiholêrakirina navdengiya Medan awanbaziyek girêdan, da kesayetiya dawîtir şahê Med Ezdehak riswa bikin. Kurtahiya wê awanbaziyê wusa ye:
Di efsaneyên Farisan de hatiye gotin, ku Bewerasp desthilatî ji dest Ferîdon girt, rojekê ji rojan Iblîs, bi formê xarinҫêkerekî jîr, ji Bêwerasp ve hate xuyan, û herdu milên wî ramûsan, li şîna ramûsanan du ejdiha li ser herdu milên wî peyda bûn, û gelek êşdar bûn, careke din Iblîs, bi durvê bizîjkekî, jê ve xuya bû, û tembî lê kir, ku her rojê du xortan bikuje, û xwarina ejdihayan ji mejiyên wan xortan peyda bike , lê Faris ji vê yekê dilgiran bûn, û bi rêvebiriya Gawayê hesinkar[9], ê ku ji Esbehanê bû, li dij Bîwerasb serî hildan, û Gawa ew kuşt, û desthilat bo Ferîdon vegerand. Farisan jî ew roj wek cejin bi navê (Newroz / Nuroj) nîşan kirin.
Di qunaxeke din de, Farisan herdu kesayetiyên Bîwerasb ê Farisî û Ezdehak ê Medî tevlihev kirin, û wekheviya bilêvkirina herdu navan (Ezdehak) û (Ejdiha) bi kar anîn, û ҫîroka herdu ejdihayan bi ser Ezdehak ve kirin, û dîroknivîs û nivîsevanên Farisan ev ҫîrok bi awayên curbecur tevli jêderên erebî îslamî yên her sêsed salên pêşî kirin.
Di dema hukumdariya Farisî û Erebî de, Kurdan dîroka pêşiyên xwe Med nizanî bû, û her tiştê, ku dîroknivîsên Farisan, li ser ҫîroka Ezdehak û Gawa nivisandibûn, bawer kirin, û ji wê rojê de li gel Farisan, li gor wê efsaneya Farisê ya ҫêkirî, şahiyên Newrizê li dar dixin.
Li destpêka sedsala bîstem, hinek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, ahenga cejna Newroz wek rojeke niştimanî netewî vejandin, pê re jî ketin ber dava Farisan, û Ezdehak wek zîmbola sitemkariyê û Gawa jî we zîmbola xebata dij sitemkariyê pejirandin, nemaze jî Kurdistan hatibû parvekirin, û Kurd jî rastî awayên sitemê û pişaftinê yên curbrcur hatibûn.
Naka jî tiştê herî pêwîst û pêdivê ew e, ku Kurd bi xwe dîroka xwe binivisînin, û ji her tiştên, ku dagîrkeran tevlê kiribûn, paqij bikin, û rûmeta dawîtir şahê Med Ezdehak vegerînin.

([1]) Dyakonov: Med, rû 396.
([2]) Heman jêder, rû 397.
([3]) Harvy Porter: Mewso-et Muxteser Ettarîx El-Qedîn, rû 87. Dyakonov: Jêdera navborî, rû 396.
([4]) Dyakonov: Jêdera navborî, rû 396, 397.
([5]) William Durant: Qîssetulhedare, beş 2, rû 402.
([6]) Herodotus: Tarîx Herodotus, rû 249. William Langer: Mewso-et tarîx El-Alem, beş 1, rû 93.
([7]) Herodotus: Heman jêder, rû 249.
([8]) Heman jêder, rû 253, 255, 256.
([9]) Navê wî yê rast (Gawa) ye, lê ji ber ku tîpa (G) di alfabêta erebî de nîne, dîroknivîsan ew bi forma (Kawa) nivisandin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4378