Lêva wê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 13 ÃÛÓØÓ 2016
Mijar: Nûçe



Giryan Seyro
 
Rûkê wê û devê wê
Lêva wek liba tiwê
Eþqa wê wek deryayê
Di nav de ez bûme xwê


••••••••           ••••••••
Hezar rist û sed helbest
Min ji berxê yek helwest
Di ber pesnê wê de hîn
Berdewamin hest û dest
•••••••••          ••••••••
Çi delal û bedew e
Çendî dêm bi pertew e
Delala min bê yî wê
Helbesta min derew e
••••••••         ••••••••
Tim li bîr e tenê ew
Di dil de kiriye xew
Dûr naçê na gavekê
Þeydê wê me timî lew
••••••••           •••••••
Wekû wê kêmin keçik
Wek pirpirîkê nazik
Ji wê tenê re min dil
Tije hest ,kirye þerbik
••••••••         •••••••
Li ber wê ma heyv çiye ?
Kî zanê Zînê kiye ?
Sed rebenê wekû min
Serê lêva xwe xwariye
•••••••            ••••••••
Herdu lêv du gulyazin
Li ser xewnên min  d'''''''''''''''' razin
Maçkirina lêvên sor
Her omîd û daxwazin
•••••••             ••••••••
Çi yî din jî bidim pesin ?
Ma j'''''''''''''''' wilo pêve Hisin ?
Cegerxwîn jî nikarin
Wisa pesin bi rêsin
••••••••                 ••••••••
Ji xwe ez ê dîn bibim
Li helbestê hîn bibim
Ji ber wê û lêvên wê
Giryan û birîn bibim .
 
4/8/2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4368