Ez Qamiþlo di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm
Dîrok: ÇáÎãíÓ 28 íæáíæ 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
Qamiþlo! Ezê rûpelekê ji dêmê deryayê bidizim û dêmê te yê birîndar bineqiþînim, berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe, berî ku qêrîna birîndaran û kenê zarokan di navtar û kolanên te de bi çilmise û winda bibe.
Qamiþlo! Çima berî ku roj têkeve zerikê de, tu teqeze dike, wê roj here ava û serme berî çax û demên xwe bê, berî ku em li ser rûpelê deryayî îmze bikin..?!


Qamiþlo! Çima berî ku em dergehê berbangê derbas bikin, nîvro ji xwe re li siyekê digere..?! Çima berî ku roj têkeve xewa xwe ya giran de, reþahiya þevê bi giraniya xwe ve konê xwe di sînga te de vedigire..? Çima vedigire hêlîna min..?!! Qamiþlo! Niha hêsrên þor bi ser dêmê min de di xindirin, dinesilin û axîn û nalîna min e...
Qamiþlo..! Tu ketiye dilê me de û jê dernakevî! Te hêlîna xwe di peravê bîranînên me de çêkiriye û têde razaya ye..! Tu ew bajar e; Yê  ku me hezê kiriye; Sînga wê, ji kul û xem, kêf û þahiya me re vekiriye û firehe..
Qamiþlo! Xwîna me, mîna keriyê pezkovî, di hêrikên sibehên te de diçêre.. Ne xeme em ê þal û þapekî Botanî ji te re birêsim.. Û kum û kolozekî Xerzanî amade bikim.. Her tê bimînî bûka Cizîrê, bûka kurdan..
Erê Ezbenî! Tu dibînî bê çendî Qamiþlo mîna bajarekî biyanî, li te mêze dike!!
Dilê min jî, nema di çar diryanên wê de, di çayxaneyên wê de lêdixîne.. Lê di bîstikekê de ji bîstikan, di nav êþ û bêdengiyê de, navê wê bi xurtî xwe tîne hizir û bîra min.. Ez jî, wê di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm.. Erê têr digrîm..
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4364