Ji dīroka kurdī: Kes ū helwest - Xelek 1
Dīrok: ĒįĖįĒĖĒĮ 21 ķęäķę 2016
Mijar: Nūēe



Dr. Ehmed Xelîl
werger: Heyder Omer
 
Žah Deyako.. Damezrênerê žahnižîna Med

Rewža Mîdan
Med pêžiyên Kurd in, ji žež êlan pêk hatibûn. Hêrodot dibêje; ew êlan ev bûn (Bossî, Parîtasîn, Sturokatî, Erîzantî, Bodî û Magî). Rast e, ku zimanê medî di nav êlên wan de hevbež bû, lê wan nakokiyên êlî jî hebûn, û di heman demê de, žahnižîna Ažûr dest dabû ser wan, û carcaran ew talan dikirin, û komkujî pêk dihanîn, û dîl dikirin kole, û her der kavil dikirin.


 Med têgihêžtin, ku bi vê žerpezebûnê nikanin li hember împeretoriya Ažûr rû bi rû bibin, û tenê hevgirtin riya rizgariyê ye. Rêvebirekî pendiyar û wêrek di nav wan de diyar bû, navê wî Deyako /Daiku kurê Feraort / Phraort bû. Ew bi Deyoko û Dehyako jî dihate navandain, û di jêderên Farisan de bi Keyqubad, û di hin jêderên Yonanan de bi Diyosîs /Dioces jî tê navandin.
Werin em guh bidin Hêrodot, ka li ser vî pêžewayî ҫi dibêje:
Med di gundên jihev dûr de dijiyan, û wan desthilata navend tûnebû, tevlihevî di nav wan de, û sitem li ser wan giran bû. Mirovek ji gundekî Medan diyar bû, nave wî Deyako kurê Feraort bû, gelek pendiyar bû, û dixwast bibe pêžewayê miletê xwe, ewî bawer kiribû, ku dadmendî û sitem hevdij in, û bi carekê lihev nakin, belê nakokiya wan herheyî ye. Rabû pilanek gerand, û dadmendî bi hewesdarî li nav êla xwe pêk hanî.

Navdariya Deyako:
Deyako banga dadmendiyê hilda, pêre jî xelkê guh dan žêwra wî, û pê hay bûn, ku boҫûnên wî pendî ne, biryarên wê dadmendî ne, û ji bo careserkirina nakokiyên xwe her diҫûn ba wî, da ҫareser bike, û ji ber ku ewî dixwast bibe žahê miletê xwe, ew hewesdar bû, ku dadgerekî dadmend be. Pêre jî di gundê xwe de nav da, û navdariya wî gîha gundên derdorê, yên ku gelek sitem bi ser  nižteciyên wan de dihat, û gava wan dadmendî û pendîtiya biryarên wî bihêstin, ji her herêman de ҫûn ba wî, da nakokiyan wan ҫareser bike, û pê bawer kirin.
Her ҫû, Medî, ji bo ҫareserkirina aloziyan, bi piranî diҫûn ba wî, bi aqilmendî  û dadmendiya biryarên wî pižtrast bûn, û bi vî awayî li gel alaoziyên wan pir mijûl dibû. Demek ҫû, bi behaneya, ku nikare her tim bi karên xelkê mijûl bibe, û dest ji yên xwe jî ber de,  ewî ragihand, ku nema bi tižtekî wan mijûl dibe, û nema li wî cihê, ku lê rûdinižt, û aloziyên hevdijan ҫareser dikir, rûdine. Pêre jî careke din dizîn pir bû, û tevlihevî ji berê bêtir bû.
Gava alozî û piroblem pir bûn, rêberên Medan bi hevdu žêwirîn, ka divê ҫi bikin. Gurûpek ji wan bawermendên Deyako bûn, ewana di encûmena žêwrê de ragihandin, ku jiyan gelek giran bû ye, û rewž jî her diҫe xirabtir dibe, û gotin: a ҫêtir ew e, ku em žahekî ji xwe re peyda bikin, da kar û barên me bi rê ve bibe, û bi dadmendî hikumdarê welêt be, û aloziyên me ҫareser bike, û em jî kar û barên xwe bikin, û bi sedema vê tevliheviyê neҫare nebin, ku dest ji zevî û ҫêreyên sewalan berdin.
Rêberên din bi boҫûna wan qayîl bûn, û hemiyan lihev kirin, ku žahekî peyda bikin, da kar û barê welêt bi rê ve bibe.
Navê Deyako hat pêžniyarkirin, ku bibe žahê Medan. Hemiyan pesna wî dan, û pendiyarî û dadmendiya biryarên wî bilind nirxandin, û lihev kirin, ku ew bibe žah, û gava rêkeftin û nerîna xwe gihandin wî, ji wan xwast, ku serayeke, ku layiqî wî ye, jê re ava bikin, û hêza parastina wî jî peyda bikin. Meda ev daxwazên wî pejirandin, serayeke mezin jê re ava kirin, û mafê bijartina hêza xweparastinê jî dan wî, ku wek dixwaze, ji xwe re hilbijêre.

Damezirandina žahnižîna Med:
Gava Deyako li ser textê hikumdariyê rûnižt, ji Medan xwast, ku bajarekî mezin ava bikin, hemî ji dêvla gund û bajarokên biҫûk, werin di vî bajarî de nižtecî bin, û bajar jî bibe paytexta welêt. Medan erê kirin, û bajarê, ku îro bi nave Ekbatana / Ecbatana (Amedan/Hemdan) tê naskirin, ava kirin. Ev bajar di geliyekî zevî dewlemed û dîmen ciwan de hate avakirin, ava berfa, ku li ser tepelên ҫiyan, diheliya, ew gelî av dida, û cihê wî bajarî jî ji hêla aborî de pir giring bû, ji ber ku li ser riya bazirganiya nevdewletî, ya ku bi navê (riya herîr) tê nasikirin, diket.
Bajar di wê newalê de li ser girekî hat avakirin, sûrên bilind û hêzdar bi awayê xelekan li derdora wî hatin avakirin, ew heft xelekan bûn, her yek ji ya pêžî bilindtir bû, û cihê bajêr ê bilind li gorî vê pilanê bû, û seraya žah û her gencîneyên pê ve giradyî li dawiya bajêr bûn.
Kevirên sûra pêžî spî bûn, û yên  sûra di pey re rež bûn, û kevirên sûrên din qirmizî û žîn û purtiqalî bûn. Kevirên van her pênc sûran hatibûn boyaxkirin, û kevirên herdu sûrên dawî bi rengên zîv û zêr hatibûn boyaxkirin. Deyako ev sûrên hêzdar ji bo parastina xwe û seraya xwe ava kirin, û xelkên din jî xaniyên xwe li dervayî sûran ava kirin.
Pižtî ku bajar hat avakirin, Deyako dest bi rêwresmên žahnižînê kir, divê hema kesek jî nêzîk wî nebe, kesê, ku tižtek jê re divê, divê di riya sekretêr û nûҫegîhanan re daxwaza xwe bižîne, cihê ku ew lê be, ken û tifûkirin qeqxe ye. Deyako ev tedbîran, ji bo xwe ji rêberên Med ên din biparêze, peyda kirin,  ҫimkê ewana jî hem ji malbatên navdar bûn, û hemî wêrek û leheng bûn.
Pižtî ku Deyako bû žah, û zagonên žahnižînê danîn, dest bi karê dewletê kir, refên Medan kirin yek, û rêbaza xwe, ku bi alozî û karên xelkê mijûl dibû, domand, û nakokiyên wan ҫareser kirin. Deyako bi diqetiyê û qutobiriyê navdar bû, hêzên parastinê  li tevayê žahnižînê belav kirin, da haya wî ji pergala gel hebe.
Rêwresim ew bû, ku kesê tižtek diviya bû, divê daxwaza xwe nivîskî  bo žah bižîne, žah jî dê lê binere, û birayara xwe bide, û eger bibihîsta kesekî li yekî din daye, ferman ew bû, ku wî kesî bînin paytextê, ew dad û seza dikir.
Pižtî van tedbîran hemiyan, Deyako hêza Med a žervan amade kir, û da ser žahnižîna Ažûr, lê žoreža wî têk ҫû, û ew jî dîl ket, û li gel hin žêwirmend û xebatkaran, bo bajarê Hema yê Sûryeyê hat surginkirin, pažê hate vegerandin, û li žahnižîna Ažûr hate zîndankirin, an jî ew kirin dîlê rûnižtina neҫarî, û li derdora sala (675/674) b.z mir, û kurê wî Xežaterît /Khshathtrita žûna wî girt([1]).
 







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4343