DARA HVIY
Drok: 12 2016
Mijar: Ne



Xizan îlan
 
ez ê
bi zimanê pênûs
û helbesta serhildêr
têbikoim
li ser axa welatê birîndar
tovên dara hêviyê
bireînim


toz û mija ewrên retarî
ji ser bajarên aristaniyê
rêkim
kul û kederên sûr a Amedê
bi melhema kevirên sebirê
bikewînim
ez ê
xezeba xwedê
li mîrata pêlên deryayê
bibarînim
bi belxama re
tifî rûyê îxanetê bikim
seltenata dagirker û serdestan
ji holê rakim
berê ketiya Nuh pêxember
ber bi girava serkeftinê ve
bizivirînim
cemeda ser dilê kolanên mêrxasan
bi germa henasa xwemêran
bihelînim
kaniya kêf û aramiyê
di newalên çiyayê qendîlê re
biherikînim
ez ê
di qefesa sînorên parçebûyî de
ala rizgariyê daçikînim
bejna keç û xortên milîtan
bi cilûbergên ervanan
bixemilînim
li seyrangeha zozanên sêwîmayî
kulîlkên bihara evîndaran
bipikivînim
û bi tililîyan
destmala govend û dîlana adiyê
bihejînim
ez ê
zeviyên hik û ziwabûyî
bi xwîdana eniya mezlûman
av bidim
tava berbangên rût
bi kirasê berxwedanê
bipêçim
bi qêrîn û hawara hestên penaber
di guhên zaliman de
deng vedim
bi giyanê pakrewanan
gora tirsê bikolim
hewrikên jiyana bêbext
ji mirina xwe ya bêwext
bidizim
û keskesorê li xwe
bibexînim
ez ê
li ser tirba cangoriyan
strana ”cîhwarê min çiyan e”
bistirênim
rabirdûyên qirêj binax bikim
û ewqa çira dahatûyan jî
di kefa destê xwe de
veêrim
zencîra zendê qedera bindestiyê
bieqînim
perdeya mêjiyên kor
veçirînim
çirûskên agirê hezkirinê
ge bikim
tîrêjên roja azadiyê
di neynika dilê zîzbûyî de
bibiriqînim
û ez ê
ji dilopên barana çavên kal û pîran
Cîhaneke rengîn û bextewar
di kenê awirên zarokan de
ava bikim
 
2016-02-07
Stockholm 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4339