JI BIHNA V AX ME
Drok: 06 2016
Mijar: Ne



Merwan Berekat
 
Giyanê min ji pêdariya zinarên vî welatî mêtiye, çavên min ji xemla vê bihutê fêrî nêrînan bûye, rengê dêmên min ji yê vê axê hatiye wergirtin û dengê min ji xuxua kanî, baran û çemên vê jîngeha pîroz fêrî awazên nazik bûye.
Di berîkên vê xakê de, min nexeyên biçûkaniya xwe ya têr û birçî veartin, li ser pelên daran û di nav lêvên newalokên li hawîrdora gundê me yên ku ji ramûsanên rojê têr nabin, min wêneyên ivanên ku îr bi çêja axê vedixwerin têr dîtin.


Hêviyên min di dilê vê axê de gol vedidin, rojên min ên berkenî ji hilma sibehên tazî tên keyandin û teiya kenê diya min a dilovan min û hezkirina welêt digel hev dihûne.
Carina dixwezim xwe ji xwe vedizim, xwe xav bikim û mîna zarokekî biçûk demê bi gixikan biborînim, lê ev pirsa jêrîn: ``Eger giyan ji govdeyê min revî, axa welêt dê razî bibe ku laê min di hemêza xwe de veêre?`` Min ji wê xeyalê vedigerîne. .
Ev ax… giyanekî rêxistî ye û her bosteke wê çîroka hebûnekê ye.
Hejar dibim, carina zikê min jî loman ji min dike, lê bayê vî welatî, çûkên ku bi kurdî distirên, sirûdên nîvazadiyeke teze û barana ku çîrokên tevizandina salan ji zeviyên hebûna me dion, min têr vedijînin.
Keziyên welêt parek ji dilê min bi evîneke dêrîn ve girêdane, û awirên dîlbereke ku ji evîna welêt helbestan dihûne para din revandiye.
Wek pir kurdan, çarina bayê koçkirinê li serê min dixîne, tevleheviyek xwe rabanî min dike û beek ji ayeta welatpîroziyê dûmangitî dibe, lê spas ji bapîrê min re, ku îreta wî (Parsekê gundê xwe be, çêtir e ku mîrekî biyan bî) hemû ayetan zelal dike.
Ezê kosteka temenê xwe li bin darên zêtûnê bibirim, û di nav porê genimê bejî de xewnên xwe hene bikim... Belê; hîn bihna xuhdana dêpîra min ji xaniyê qentirme tê, hîn bazingên bîran hilekiên wê ji bîr nekirine, hîn sêncên ji keviran roja keraiyên wê ji tomargeha bîranînên xwe ranekirine û hîn pixîreya di mala axî de çîrokên wê yên dirêj li ezber kirine.
Wehweha çotkarên ku bi bîna axa vî welatî mezin bûne, tu kes nikare di guhên zevî û baxên ku zarokan dikenînin de biçelmisînin.
Zinarên ku pita leheng û welatperwerên dilsoz têr maç kirine, û sonda wan li sîngê xwe nîgar kirine, di çavên wan de qurnefîl zîl didin û îlava wan ji giyanê vê axê ye.
Hîn nexeyên ku pozê hevcarên darî li ser sîngê latên bereînî wênekirine û ji dilopên xuha bapîran hatine avdan, me fêrî nestewirbûnê dikin.
Ev welat… destpêka sirûda Xwedê, hevcêwiyê rojê û naveroka romana jînê ye.
 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4336