Snor b nasname
Drok: 02 2016
Mijar: Ne



Ronî ELÎ
 
Li ser sînor
Berî ku kevçiyek Av
Di zenguloka demê de berdim
Min xewnên xwe


Bi rondikên pîrejinekê re
Vedixwarin
Hew bi tenê
Toza zeviyekî nêr
Çavên min
Ji wêneyên bajar û bajarokan
Tije dikir in
Û tu ..
Yara kutiyê xewnan
Li ser pita mihîneke tîmar nekirî
Li bîra min dihat
Wê gavê
Min û dîwarekî pitxûz
xwe dihev werdida
 
Li ser sînor
Nasnameyên mirovaniyê
Bê welat diman
Dergûên îrevekirî
Li hembêzekê digeriyan
Kenê min
Li pit kilaînkofekê
Sêwî dima û xwe vediart
Tenê mijgulên te
Di goristana rebîniyê de
Dibûne xaçika gebîniyê
Û termê giyanê min
Ew diopand
Lê .. min nizanî
Ku wê çavên te
Ji hevokên sozdariyê re
Weke goristanên welêt
Tîka stêran dagurtînin
 
Li ser sînor
Kelekela ewata zivistanê
Bi gupikên Baranê re
Dilê min
Bi helbesta .. Yarê .. Dax dikir
Mirîbûn li wir zindiyên me
Zindîbûn di hnavên mirî de
Girnejîngên lêvên te
Û karwanê xeman
Di devê newalan de
Gewriya jînê diguvatin ..
Dirûçikan din
Min jî …
Di hembêza te de
Ji çivîkên nifir lêketî
Hêlûna welatekî serast dikir
Berî ku tûrikê pita min
Ji pençeyên te re bibe talan
 
Li ser sînor
Çêrokên jinebiyan
Di landika sêwiyan de
Bê dawî diman
Tovên gebûna siberojê
Di mistên mendalan de
Zer dibûn ... Genî dibûn
Hevîrê nanpêjan
Mîna gêrêka malbatan
Kurim lêdiket
Pêlavên xaniman
Di devê rêçikan de
Dilerizîn .. Mest diketin
Nameyên ku ji dil re arvan bûn
Li ber destên te .. Kedî dibûn
Ji ber ...
Kîna sîngê te
Ew bi çateriya mirinê de berdidan
2852016






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4333