Mîr Sûreya Bedirxan û Rojnameya Kurdistan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 19 ÃÈÑíá 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Ezbenî! Wek ku min sozdaye we, her roj kovarekê an rojnameyeke Bedirxaniyan ji bo we belav bikim û wiha ta ku em bigihêjin rojnameya dayik (KURDISTAN).
Belê werin em îro, berê xwe bidin mîr Sûreya Bedirxan û rojnameya wî (Kurdistan), ewa ku di sala 1917an de li Misrê, bajarê Qahîre bi zimanê kurdî û tirkî weþandiye. Wî jî bi weþandina vê rojnameyê re, daye ser þopa herdu mamên xwe; mîr Miqdad Medehet û Abdurehman Bedirxan.


Hêjaye gotinê, ku mîr Sûreya Bedirxan birayê mîr Celadet û mîr Kamîran Bedirxan yê mezin e û rola wî di þanda Þerîf Paþa bo kongreyê (Sîverê1920), mezin bû û her wiha rola wî mezin bû jî, di avakirina komeleya Xoybûnê de li Libnanê sala 1927an.
 
Kurdistan: Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, cihê weþandina wê li Qahîre bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan (1938-1883), an Ehmed Sûreya Amîn Alî Bedirxan bû. Mîr Sûreya Bedirxan di sala 1938an de li Parîsê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Konê Reþ, Qamiþlo, 19.04.2016







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4306