Sykes-Picot di rihê me de hatiya çandin
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 29 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe



Akif Hasan 

Dibe ku peymana „Sykes-Picot“ xaka me perçe kiribe, dibe ku welatê me ji hev xistibe, lê dîmenê herî xemgîn ew e ku bi sedan Sykes-Picot di rih û mejiyê civaka me de hatine çandin. Em tev bûne komek ji nexweþiyan. 

Yê pirtûkek di jiyana xwe de nexwendî xwe wek rewþenbîran dibîne. 4 gotinan bi zimanê dayîka xwe dizane, yanî bi zimanê kurdî dizane, xwe pê mezin dike, xwe dike Eflaton û Soqrat, kesek nikare li ber siya wî re bibore. Bi wan 4 gotinan helbestan dinivîse û dixwaze herkes pesna helbestên wî bide. 


Tênagihêje ku helbest hunereke; hêza gotinê, hêza dîmen, xeyal û zanebûneke kûr e. Bi wan 4 gotinan nivîsên mij û dûman li ser rûpelên Facebookê belav dike û bawer dike ku bû nivîskar. Dinya wî dibe çend like û bi wan like’an serxweþ dikeve. Gava çend kes pesna wî didin baskên wî çêdibin û bi wan difire. Bi wan çend like’an xewnên þêrîn dibîne. Bi gotinan kesek pê re nagihe, lê gav mesele dibe kar kesek nema wî dibîne.
Yê 2 çalakî lidar nexistî xwe dike çalakvan, ma tenê çalakvan, xwe dike rêberekî gel ê bê hempa. Mîrê tiraletiyê ye, lê xwe komandanê hêza ciwanan dibîne. Bê bilive, bê kedê bide, bê xizmetê bike dixwaze navê wî li ser zimanê herkesî be. Dikare partiyên siyasî bike benîþt, siba, nîvro û êvaran bicû, dikare wan partiyan rezîl û riswa bike tenê ji bo dîmenê xwe pak bike û tiraltiya xwe berdewam bike. 
Yên xwe serbixwe dibînin bê reng û bê deng dimînin. Tu dibêjî qey bêrengî û bêdengî qedera wan e. Serê wan mij û dûman e, hebûn û nebûna wan cihê guftûgoyan e. Du kes ji hev hes nakin, li hember hev wek guran in.
Weke milet yê herî piçûk di vê cîhanê de em mane, lê dîsa jî xwedê nefspiçûktî nekiriye para me, her yek ji me pozbilind e û xwe kêmî axayan nabîne.
Her yek ji me, gava diaxive demokrasî ji dev û lêvên wî dibare, lê bi xwe dîktatorekî piçûk e. Ne dikare guhdarî yê li hember xwe bike û ne jî dikare nêrînekî ji nêrîna xwe cuda qebûl bike.
Xaka me perçe perçe bûye, civaka me prçe perçe, rihê me perçe perçe. Qet negirîng e dijmin bi me re mijûl bibin, bi sedan dijmin di rih û mejiyê me de ne.
Piþtî 100 salan ji Sykes-Picot bi sedan Sykes-Picot xwe li dil û mejiyê me alandine.
Dem hatiya ku em hemû Sykes-Picot’yan di 14, gulanê, 2016 de li bajarê Köln þermezar bikin!

 
https://www.facebook.com/akif.hasan.75/posts/10153770680501704 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4292