Newroz Name
Dîrok: ÇáÃËäíä 21 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe



Mehmûd Biro


Gelî xwişk û bira, dayikên şehîdan, girtiyên binê zindanan, birîndarên li nexweşxnan, koçberên liser sînoran,revenda kurd liderveyî welat, dost û hevalên qedirgiran Cejna we pîrozbê.
21 ê avdarê cejna netewî ya gelê kurde. Roja nû newroz , wata roja taze, jiyanek taze jibo kurdan destpêkir, piştî sedên salan jiyana zordarî û bindestîyê di serdema dîroka kevin de, gelê me serî hilda dijî zordariyê, û karîbû azadiya xwe bidest bînê diji qiral û padîşahên dijminên gelê kurd.

  Kawayê hasinkar wek symbola şoreşa azadîyê Dehakê xwînmij jiholê rakir û jiyana taristanîyê bidawî anî. yekemîn alav jibo ragihandina hilanîna zordarîyê agirbû, ewjî ewbû ku Kawayê hasinkar hilkişîya serê çiya û baniyan û agir pêxist.
jiber wê û herweha jiber ku kurd jiberê de behwermendbûn kû Roj yanjî tav jêderê serekî yê jiyanê ye,
agir bû symbolk netewî bo gelê kurd.
Jibo me wek kurd em dibînin ku zerfek zêrîn hatiye  jibo gelê kurd û divê em sûd û mufayê jê bigrin.

Gelê me binpê dibê, koçperdibê, mala wî talan dıbê, tê kuştin, tê revandin, herweha êrîşên hovane yên hêzên taristanîyê liser gelê me roj biroj zêdetir dibin.Cînosayıd lıser gelê me pêk tê. bihezaran xort û keçên me bune qurban.
lewma jî pêwiste kû em karekî bilez liser van xalan bikin:
1-yekrêziya mala kurd
2-avakirina leşkerekî niştimanî kurdî lirojavayî kurdistan
3-zindîkirina peymana Duhokê ya jimar 2
4-xwendinek bilez û helwestek zelal jibo pêşeroja gelê me û pêşeroja Sûryê bigiştî.

Lewma ji em hewl didin û omîdwarin ku sala taze,  di sala 2016 an de em kar û xebata xwe berferehtir bikin û xwe pêştir bixin bi rêdan û derfetvekirin ji keç û xortê pispr û zana jinifşê nû.

Ez Dubare sersala gelê kurd pîroz dikim, biteybetî ya daykên nemiran, û revenda kurd li derveyî welat beteybetî LI Nerwîc.

Omidewarim Newroza werê  bibê cejna  azadîya gelê kurd û avakirina dewleta kurdî

DUBARE Newroza WE PÎROZBÊ    BIJÎ KURD .......BIJÎ KURDISTAN





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4288