Silêman Adî.. Silav
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 18 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe




Narîn Omer

Silêmanê hestyar...
Hêj jinên me.. Dayikên kurdan
Bi dayika te re
Bedleyê zavatiya te
Bi gul û çîçek dikin û bav
Çîroka halana te
Berdewam dikin.

Hêj.. Keçikên me…
Xwe li ber neynikê
dixemilînin û tilî û guliyên xwe
Bi hineya zavatiya te
Neqþe.. Neqiþ dikin û
Hemî stranbêj û hunermend navê te bi dengê bilûrê û
Tembûrê distrînin û
Dilorînin
Hêj helbestvan di
Kaniya dana te de
Matmayî mane ewê
Bi çi peyv.. û bêje û wateyan
Dastana lehingiya te
Bi dawî bikin
Silêmanê kurdan…
Silav… silav
Yekemîn pakrewanê Kurdistana Sûriyê ye.
Di 21ê Newroza 1986 an û giyanê xwe diyarî gelê me kir.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4285