Nasdana pirtûkekê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 15 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe



Cankurd

Berî ku ez vê nasdanê binivîsim, bi nîvkatekê, dostê hêja Dr. Husên Hebesh telefon min kir û got: „Were qada ku li nêzîka mala we ye, ez diçime bajêr û dixwazim di rê de pirtûkeke nû ya, ku min taze çap kiriye diyarî te bikim.“
Wekî dibêjin; lingêd min negihan erdê, ez bi kel û mereq çûm û di rê de ez ji xwe re dibêjim, xwezî birayê delal pirtûka Prof. Qanatê Kurdo, ku ji zû ve tê de dixebite, berî her pirtûkeke dî çap bike. Min ew camêr, wekî hercar, di cîh û dema soza wî de dît. Pirtûk da min û dilê min geþ û þad kir. Xwedê jê razî be, pirtûka Qanatê Kurdo bû, ya bi sernavê „Lêgerîna Zaza“, ku me wêneyê bergê pêþîn li jor daye belavkirin.

Çapa yekê ji pirtûkê, ji aliyê (Belavgeha Hogir Verlag) ve, ku cîwarê wê li bajêrê Bonn e,  hatiye derxistin, bergê wê jî dostê me yê nêz Inayet Dîko, ku ew jî li Bonnê dimîne, xweþik pêda kiriye. Çapxaneya ku pirtûk gelek ciwan çap kiriye li Poloniya ye, û bi navê (Wydawnictwo Poligraf, Brezia Laka ye.
Wergerandina pirtûkê ji zimanê Rûsî, nivîskarê navdar Tosinê Reþîd e, û rêdaksiona wê ji aliyê (Zerê Alîyêvna Yosûpova) hatiye kirin. Hûn dikanin pirtûka ku bi kaxeda sipî ye û ji 224 rûpelan e, di bin va hejmara fermî de (ISBN 3-935191-12-X) yekser ji Dr. Husên Hebeþ bi rêya vê e-mailê bixwazin (husseinhabasch@gmx.de).
Di pirtûkê de gelek mijarin payebilind hene, ji wan jî:
-Dîroka lêgerîna Zaza.
-Morfologî (zanistiya guhartina bêjeyan), ku bi firehî hatiye lêkirin.
-Tekstên (Metnên) Zazayî
-Paþgotineke Dr. H. Hebeþ
-Jêderên pirtûkê
Bêguman, ev berhemeke zor balkêþ e di warê zarava Zazayî de û di nasîna cudahî û nêzîkbûna vê zaravê de, bi ya Kurmancî  re. Prof. Qanatê Kurdo, xebateke mezin di vê berhemê de li ser zimanê gelê me li þûn xwe bo me hêþtiye. Cîhê wî behiþt be.
Destên te herdem xweþ bin, hêja Dr. H. Hebeþ, ku te gelek xebatin giranbiha, di van salên dûr û dirêj de, ji bo gelê xwe, di warê çand û ziman û wêjevaniyê de amade kirine.
Silavek ji dil
Cankurd
2016-03-15







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4283