Bîrhatinek Xemgîn
Dîrok: ÇáÃÍÏ 13 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe



Reþad Þeref - Swêsra

Em îro 13.3.2016 salvegera yekemîn  wexera dawî ya rojnamevan û serokê sandîkeya rojnamevanên kurdistana sûrî, xwedê jê razî: Ciwan Mîranî bi dilek xemgîn li bîr tînin..
Em îro li pêþberî kesayetiyek kurdistanî radwestin, yê ko jiyana xwe kiribû mûmek jibo serkeftina gelê xwe, feqîr û maldar, rewþenbîr û cotkar, kal û ciwan bê cudahî heskirinek bê hempa ji her kesî re.
Rojekê zikreþî û çavnebarî derbasî dilê wî nebûye û kesek jê aciz nebûye!.

Ev kesayetiya kurdistanî: Elî Þeref di sala 1971 ê li gundê sewêdiyê navçeya dêrikê hatiye dinê, bi navê Ciwan Mîranî hate naskirin weko pêþmerge, rewþenbîr û rojnamevan.
Di salên ciwaniya pêþîde di pazdehsaliya xwede tevlî hêza netewiya kurdî bû, di destpêka serhildana 1991ê hestên wî yên kurdewarî hiþt ko di þevek tarî de li ava mezin bide û tevlî hêzên pêþmergeyên kurdistanê bibe û li hemberî leþkerên Sedam ê faþist çekan hilgire.. û dema aramî kete kurdistanê vegeriya herêma dêrikê.
Di sala 2003 an de careke din derbasî baþûrê kurdistanê bû û di warê rojnamevaniyê de karkir.
 Di sala 2013 an de, weko serokê sandîkeya rojnamevanê kurdistana Sûrî hate hilbijartin. Xemxwarê merovatiyê û kurdewariyê bû, piþtgir û alîkarê penaberên kurd bû, damezrêner û endamê kovara Sewt al axer bû, ji jimara 1 – 522.
Hezar silav li giyanê te be Ciwan Mîranî, te ji nav me barkir, lê bîrhatinek pîroz di dilê mede hiþt.

13.3.2016







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4278