12 sal derbas bûn wek ku derbas nebûn!
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 11 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ


Qamiþlo! Di navbera dem û xem de me xwe winda kiriye. Ne kul û derd bi dawî dibin û ne dem bêhinvedanekê dide me û temenê me badilhewa derbas dibe.. Piringên agir jî ji fedya, xwe di nav tiravê de vediþêrin û tîna agirê xwe dinixumînin.. Sal jî, rojên xwe bidar vedike, dezîneya mehên xwe rêz dike û di ser asmanê te re xwe berdide.. Erê Qamiþlo, va demsalên sala te bi dawî dibin, hêjî tu wek berê di qontara çiyayê Bagokê de paldayî ye.. Bi xupxupa ava çemê Ceqceq re razayîye û 12 sal di ser adara 2004an re derbas dibe, 5 sal di ser adara 2011an re diqevize..

12 sal derbas bûn wek ku nebûn, kolan ew kolan in, feqîrî û hejarî zêdetir dibe.. Hêjî çûk û çivêkên beriya Mêrdînê bi xemgînî sirûdan dibêjin..





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4275