PÎROZBAHIYEK JI JINAN RE
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 09 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe



Vejîna Kurd
 
   Di nirxandina pêþketina miletan de, rêzgirtina mafê jinê pîvaneke zor giring e, miletê ku rola jinê piþtguh kiriye û bi ezeziya nêremejîtiyê civaka xwe ava kiriye, ew kulek maye û tucarî pêþ neketiye, ji ber ku rola jinê di pêþketina mirov, malbat û civakê de zor pêwîst e.
  Miletê Kurd yek ji miletên cîhanê ku heya roja îro xebata hebûn û bicîkirina nasnama xwe ya netewî û azadiyê, li hember nijadperest û desthilatên þûfen dike, jina Kurd jî, nemaze di van salên dawî de, bi hemû hêz û vîna xwe beþdarî vê xebatê bûye, di baweriya wê de ye ku azadiya welêt û ya jinan ji hev cuda nabe.

Welatê ku beþek ji pêkhateyên wî bindest û ne xwedî rol be, ew tam rizgar nabe, lewma jî jina Kurd bi mêrê Kurd re, mil bi mil, pêvajoya vê xebatê pêþve dide. Bêguman, lehengiya YPJ ji tevahiya cîhanê re bûye mînak û bandoreke mezin li ser þoreþa Kurdistanê kiriye.
  Îro em dibînin ku jina Kurd bi xwîna xwe nexþeya welêt li ser gozemînê nîgar dike û serkeftinên mezin bi sîngê dîrokê ve dadiliqîne…
  Belê.. Îro jina Kurd, ji bo bicîkirin û teqezkirina hemû mafên xwe yên rewa têdikoþe. Bêguman gelek pirsgirêkên çanda kevneperestiyê li pêþ wê hene, lê ew bi zanîn û hiþmendî bervaniya hebûn, azadî û mirovatiya xwe dike…
Xebata jina Kurd xebata gelê Kurd e, em serkeftinê ji  wê re hêvî dikin û 8ê Avdarê, Roja Cîhanî ya Jinan li xwe, wan û li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.

Ev gotara seretayî ya hejmara 15an ji rojnama REWÞEN e.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4268