Koma Xanê ya folklorê kurdî û Newroza 2007 an
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 21 ãÇÑÓ 2007
Mijar: Nûçe



  Amadekirin: Mehmûd Badili

Koma Xanê ya folklore kurdî di newroza îsal newroza 2007 an de li devera Çolbistan herêma Dirbêsiyê, ya ku partiya çepê kurd li sûrî wê amade dike


bi rengekî berçav û xuya û bi þêweyekî eþkere bernameyên xwe çi bi kurdî û çi bi erebî ne tenê li ber destê miletê xwe lê belê li ber destê miltê ereb jî û hemû cemawerên amide bûbûn raxist, digel bernameyên koma Xanê herdem di her newrozê de pirr zengînin, lê îsal cuda bû ji her salê, ji her salê dîtir zengîntir bû, hemû êþ û kul û derdê miletê kurd û miletê sûrî bi tevayî li þanoya xwe civandibû, hemû kêþe û xemgînîyên miletê kurd di rêya þano û stiran û reqs û samayan de weþandin, þano ya bêtirî her tiþtî li ser westiya bûn, xemgînîyên millet tevde li ber desta raxistin û ji hemû alîyan siyasî, civakî û rewþenbîrî, rewþa siyasî û civakî yên sereke bûn, pirsgela zinara erebî û hejmartina awarte yên þofînist, pirsgelên azadî û demoqratîyê di welêt de, pirsgela bêparbûnê ji mafê netewî û fêrbûna zimanê zikmakî, raperîna 12 Avdarê 2004, pirsgela wekhevîyê di navbera jin û mêr de, pirsgela hezkirinê û rewþa keç û xortan digel êþ û janên ku di vî warî de dibînin, lê pirsgela ya herî girink û berçav ku di her þanoyê de berz dibû pirsgela qatê feqîr ya jar û birçî, rewþa karker û çotkaran di welêt de, jiber ew bêtirî her kesî di hindirê welat de dilêþ û birîndarin, barê êþ û xemgînîya wan girantire ji yê her kesê dîtir, roj bi roj qatê hejar birçîdibin û feqîrdibin, lê yên zengîn zengîntir û dewlemendtir dibin.
beþê stiranan ne kêmî yê þanoyê bû, hemû stiranên welatparêzî û netewî û civakî û evînî pêþkêþbûn, li hember eva ha giþî dîlan û sema û lîrelîr bêtir geþdibû, her dîlanek kevaleke dîrokî ji folklorê kurdî berçav dikir, bîrweriya kurdî ji nû ve vedijand.
koma Xanê ya folklorê kurdî newroza 2007 an geþ kir û dilê mirovên kurd û hemû cemawerên amade bûbûn pirr xweþ kir.
Bijî newroz cejna netewî ya kurdî, bijî kurd û kurdistan, bijî koma Xanê ya folklorê kurdî .  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=425