SALNAME 2015 AN
Dîrok: ÇáÎãíÓ 31 ÏíÓãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Mehmûd Biro

Di roja dawî ya sala 2015 an de, emê salek ji temen û kar û xebatê lişûn xwe bihêlin.
Jibo me wek ENKS-no, sala 2015 an , salek pirr bû ji xweşî û nexweşîyan.
Nexweşîyên wê herdû komkujiîyên Şingal û Kobanî  û Hewlêr  Bakurê Kurdistan bûn, û teqînên corbicor yên xwekujîyê yên terorîstên rûreş û gemar û xwedê nenas li Qmişlo, Tirbespî, Girkê legê, Hesekê û deverên din ji Kurdistanê. Herweha lisedaredana bidihan xortên Ciwan li Rojhilatî Kurdistanê.

Yên xweşjî ewbûn rizgarkirina Şingal û Kobanî û Gırê sipî û deverên din ji Kurdistanê.
Ev serkeftinên birûmet bisaya xwedê û pêşmerge û YPG û piiştgirtina gelê kurd ji herçar parçên Kurdistanê  hatin pêkanîn.  tola serok Barzanî rolk pirr mezin bû divanen serkeftinan de, ku ew bixwe gelek caran lisengerên pêşbû beramberî hêzên taristaniyê û teroristan.

Herweha arikariya bê sînor ya welatên Rojava  û hevpeymanan biserkêşîya Emrika.

Me wek ENKS-no ligor derfetên xwe hinek kar  û çalakî pêk anîn dı welatê Nerwic de, piraniya wan karan jî zêdetir diwarên diplomatîk de bûn, jibilî hınek karên din ku zêdetir girêdayî kar û xebata Kurdistanî bûn, wek merasîmên nemiran, cejna netewî Newroz, Roja ala kurdıstan, sımînarên corbicor liser rewşaKurdistan û Nerwîc.

Bigiştî em dibînin ku kar ne wek ku dihate xwestin me kir.

Lewma ji em hewl didin ku sala taze,  di sala 2016 an dem kar û xebata xwe berferehtir bikin û Encumena xwe pêştir bixin bi tevlîbûna xort û keçên ji nifşên Nûri û çalak.

Ez sersala gelê kurd pîroz dikim, biteybetî ya daykên nemiran, û revenda kurd li derveyî welat beteybetî LI Nerwîc.

Omidewarim sala 2016 an sal azadîya gelê kurd û avakirina dewleteke kurdî bê.

Pêkve ber bi avakirina mala kurd û hêzek leşkerî niştimanî kurdistanî li Rojavayî Kurdistan, û pêkanîna damezrandina Kongira netewî kurdistanî.

DUBARE SERSALA WE PÎROZBE       BIJÎ KURD        BIJÎ KURDISTAN


Mehmûd Biro
Serokê ENKS-No





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4221