ALA DÊRÎN
Dîrok: ÇáÎãíÓ 24 ÏíÓãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe




Merwan Berekat

Di siha wê de
pîroz e......
       nimêja azadiyê
Tiþartoooo....!
Hîn
lêvên serdeman
ji pertewên roja te....
jînê dihûnin.........


Axnaton jî
        lavêj ji wê re rêdikirin
Ahoramezda......!
Hîn
baweriya torînên te
bi baskên royê 
         ezmanan bi tîn dikin........
Li qada lehengan
belê; li Çar Çira
pêncî û sê mûman
ronahî...
      ji pertewên wê wergirtin
Ey Melekî Tawûs...!
hin ji qewlên te
tên jibîrkirin
       ma em Kurd ne seyr in?







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4216