Bo te Kurdên pir Huner ..
Osman Sebrî. 1936 .
Cegwerxwîn jî di sala 1941ê de li ser Alê ji wiha gotiye:
Ala rengîn pîroz bî xweş
Te hildigrim diçim bi meş
Tu li ser milên xortên ciwan
Di nav te de yek rojek geş
Ala sê rengî tu
Bi nav û dengî tu
Nişan û cengî tu
Ey xortên kurdan
Silavê lê bikin
Îro, me tu kiriye himbêz
Rojek wê bê, te bikin rêz
Di eywana, li ser bana
Rojên şadî tu xemil û xêz
Kesik û sor û zerî
Sipî û gewherî
Nişana zeferî
Ey xortên kurdan
Silavê lê bikin.
Tevî xwînrijandina wek çem di şoreşa Araratê de û herifandina şoreşê, Mîr Celadet bê hêvî nebû, dilê wî ma bi ser (Ala Kurdan) ve û Ala xwe jibîr nekir.. Piştî helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê (
Welat, Welatînî û Al) di kovara xwe Hawar ê de, hejmara 9 an de, weşand û têde got:
(Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête milet û welate, Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.
Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin, Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe.
Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêeçûna leşkerî de divekin pêşiyê.
Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandî ne.
Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve daçikînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî dine. Ala Kurdan ji jor ber jêr ve, ser hev; sor, sip, û keske, di nava wê de roj diçirise. Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û bi kamiranî bijîn.
Mîr Celadet Alî Bedirxan).
Piştî van gotinên Mîr Celadet Alî Bedirxan, êdî nema zanim çi di pesnê Ala Kurdan û parastina wê de bibêjim... Tiştê ku ez dixwazim bibêjim eve: Piştî 96 salan ji danîna reng û amadakirina Ala Kurdan û 69 salan ji bilindkirina Alê.. Piştî bi dehan şoreşên bi xwîn, bi hezaran şehîd.. Va ji nû ve bi saya hikûmeta herêma Kurdistanê, bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar, em Ala xwe di asmanê Kurdistanê de bilind dikin, roja wê bi nav dikin û bi hêvî ne ku em serbilind û serfiraz di bin siya wê de bijîn.
Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Begê Miksî û... hwd li ser giriya bin, eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbas kiribin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka Kurdistana me bilind, bilind li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîştiyan dibin rastî û her bijî Ala Kurdan, bijî Kurd û Kurdistan.