Ji Evīna Rojźn Kevin: Dengvedana Žoreža Źlūnź
Dīrok: ĒįÓČŹ 05 ĻķÓćČŃ 2015
Mijar: Nūēe



Konê Rež

Di sala 1961ê de dema ku žoreža Barzaniyê nemir destpê kir, her sibeh û her êvar bavê min, mirov û cîranên me ji radyoya me li dengê Kurdistana Îraqê guhdarî dikirin.. Her yekî ji wan li gor fêmkirina xwe ji nûçeyan û dilxwestina xwe ji žoreža Barzanî re, ji hev re digot; îro pêžmegeyan afatî bi serê cêža Îraqê de aniye.. Hina din digot; ku kesî me hebe, Mele Mistefa Barzanî ye.. Carna jî ku nûçe ne bi dilê wan ba, bêhêvî dibûn ji hev re digotin; ku žoreža Barzanî bižke, Xwedê neke, ma wê stranên žera li ser bêne gotin..?! Wê stranên ji strana Žêx Mehmûd Hefîd bi deh taq dijwartir bêne gotin..

Morala kurdan bi wê žorežê mezin bû û hêviyên wan pê bilind bûn. Berî žoreža Barzanî bi çend salan, Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê hatibû damezirandin. Ew Partî, ji bo mafê gelê Kurd yê rewa li Sûriyê di benga xwe a kar û xebatê de bû. Tevî ku gelek ji berpirsyar û endamên wê wek Osman Sebrî, Dr. Nûreddîn Zaza û yên mayî hatibûn girtin û di zindanên Heleb û Žamê de bûn, lê hestê netewî kurdî di nav gel de bi xurtî belav dibû.. Rêjîma Sûriyê jî bi tundî žerê kurdan dikir, endamên Partî digirtin wek girtina sala 1960î. Her wiha endamên partiya komunîst jî di wan salan de dihatin girtin, ewên ku ji sedî not û neh ji endamên wê kurd bûn.. Di wan girtinan de ežkenceke zor li wan dihat kirin..
Di sala 1963an de, hikûmeta Erebî di Sûriyê de, hatina xwe a ser hikum žorež didît û ev sirûda han di tev dibistanên Sûriyê de dihat gotin: (Eldehro daret dewretin, Welbeeso qamet sewretin:الدهر دارت دورة والبعث قامت ثورة: ), anko (Çerxa felekê zîvirî Beesiyan žorežek rakir..) Wê sîstemê hižtibû ev silogan li ser zardevê her žagirtekî be.. Rojekê, Îsmetê Silêmanê Derwîž, ev sirûd guhert, li žûna (Welbeeso qamet sewretin), danî; (Welkurdo qamet sewretin: والكورد قامت ثورة), li ser deriyê dibistanê nivîsand, anku kurdan žorež rakiriye.. Mebesta wî, žoreža Barzanî bû.. Bi wê nivîsê re dinya li ser serê Ismet hat xerakirin; ji lêdan, êžkencê û pirsyanan.. Jêre digotin: Kê tu fêr kiriye ku tu wiha li ser deriyê dibistanê binivîsînî? Ka navan ji me re bêje? Dawî, bi dexaleta xêrxwazan; ku zarok e, bîr nabe, wiha hatiye ser zimanê wî û nivîsandiye, bela xwe jê vekirin..







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4203