Rola Kurdan di Kirîza Sûriyê de
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 24 äæÝãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



 Mihyedîn Þêx Allî*

Ev nêzî pênc salan e rewþa Sûriyê di sîngê weþanan de cî digire û di asta navdewletî de jî bi dehan kongir ji bo wê hatine lidarxistin. Çalakiyên ragihandinê yên curbecur hatine bikaranîn û di raya giþtî de rola xwe lîstine.
Lê, baþ xuya bûye, ku li ba piraniya hemwelatiyên civaka Sûrî û di çavên wan de, ewqas nemane ciyê rêzgirtinê, ji ber ku, hema bi kurtî, ewqas TV, Encûmen, sozên serok û wezîran, rê li ber þerê qirêj teng nekiriye, carina jî bi peyvên qelew û duriþmên gerim, ew agira hatiye gurkirin û hêjî berdewam dike. Bê guman jiyan û berjewendiyên civakê û yên me hemiyan, berî her tiþtî di rawestandina xwînherikandinê de ye.

Di despêka kirîza Sûriyê de, Turkiya AKP-ê, çi aþkere, çi bi dizî, di germkirin û gurkirina hinde hêz û partiyên opozosyona Sûriyê de, xwedî roleke sereke bû. Li bajarê Antaliya kongira Encûmena Niþtîmanî ya Sûrî bi serkêþiya (Îslama siyasî) hate hembêzkirin. Dûv re, ev Encûmen hate berfirehkirin, kiwalisyona hêzên þoreþ û opozosyonê (Îtîlaf) nav lê bû, û Istenbol jê re bû cîwar û navend, ji bilî bajarên dî, mîna Gazî Entap, Antakiya, Reyhanlî, Þanli Urfa, … hwd.
Di siha vê kiwalisyonê de û bi rêdana hin karbedestên Turkiyê, bi hezaran kadro û kesên (mucahîd) û dilxwazên rêbaza rêxistina El-Qaîde (Ûsame Binladin, Ebo Miseb Zerqawî, Mille Umer, Eymen Zewahirî) derbazî hundirê Sûriyê bûn, û ji hêla beþek ji civaka Sûrî de hatin pêþwazkirin, û di bin duriþmên serhildana gelê Sûrî de sûd û alîkarî dîtin û cî girtin. Vêca, têkoþîn û serîhildana gelê Sûrî ya aþtiyane, ya ku rûmet û azadî ji xwe re kiribû armanc, ji riya xwe derket û beravêtî bû. Ji xwe, desthilatdariya rijîmê jî, çav li rê bû, û bi gelek þêwe û pîlanan hewil dida, ku ew serhildana dadmend biþimite, dest bi karê çekdariyê bike û berê xwe bide derve û hêviyan li ser sozan ava bike .
Di çerçewa vê tabloyê de, piraniya cemawerê Kurd li Bakurê Sûriyê karîbû pêþiya xwe bibîne û nebe destik. Lewre jî, ew îro xwedî roleke erênî û balkêþ e, nemaze ligel pêkhateyên Ereb, Suryan-Kildo-Aþor… û HWD, li seranserî herêmên Cizîrê, Kobanê, Girê Sipî (Til Ebyed), Þêx Meqsûda Helebê û Efrîna Kurdaxê, li beramber piroje û metirsiyên terora rêxistina Daîþ û Cebhit El-nusra bi serkeftî têdikoþe û li ber xwe dide, loma jî, di qada navdweletî û li ba rêxistinên civaka sivîl li seranserî cîhanê, bûye ciyê rêzgirtinekê, û bi rastî dihêle mirov bêje: Kurd di kirîza Sûriyê de rûsipî û xwedî roleke erênî ne.
Hinde dezgehên ragihandinê, di bin bandor û kartêkirina helwestên serokatiya kiwalisyonê de, dixwazin rastiyên bûyeran berûvajî bikin, dibêjin hêza Kurdan li bakurê Sûriyê YPG – YPJ, Turkmen û Ereban qir dikin !, Kurd cudaxwazin û hewl didin Sûriyê parçe bikin !!
Hêjayî gotinê ye, ku xwediyên van reklam û piropagandên neberpirsyar, li razîkirina AKP-ê û Îxwan Mislimînan digerin, bi ser de jî, þovenîzman li dijî gelê Kurd gur dikin.
Çendî newekhevî û hinde nakokî jî di çerçewa tevgera azadîxwaz a Kurd de hebin, lê bi tevahî, rasterast xwe li dijî hovîtiya teror û toximperestiyê dibîne, aþtîxwaz û mirovhez in, lewre jî, canfîdayên gelê Kurd (çi Gerîla, Pêþmerge, YPG û YPJ…) di çavên xelkê de ciyê rêzgirtinê ne û di dilan de cî digrin.
Bawerî li cî ye, ku Kurdan bi gelemperî riya xwe nas kirine, û êdî baþ dizanin, ku bela serê wan û metirsiya li dijî hebûn û berxwedana wan, ne Emrîka û Rûsiya ne, ne jî Çîn û Japon in … Neyar û bela serê Kurdan çand û siyaseta nijadperest, hovîtiya terorê û derdê nezaniyê bi xwe ye.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 115 / - Ji weþanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4197