Xelefê Þûvî û Çîroka Haware Mîr Haware
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 11 äæÝãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
Mîr Bedirxan (1802-1868), di sala 1843an de, li herêma Botan mîrniþiyek ava kir, êdî nema bêþ û bac da Sultanê Osmaniya, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de kurd li dor xwe civandin û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in…
Ji encamên edaleta wî, biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.. Lê di havîna 1847an de Mîr Bedirxan ji ber artêþa Osmaniyan bi serkêþiya Osman Paþa û xiyaneta xizmê wî Ezdînþêr, xwe ji bajarê Cizîrê vekiþand keleha Eroxê.. Sibehekê digel Xelefê Þûvî, ji ser piþta kelehê mêzekirin, dîtin ku artêþa Osmaniyan digel Ezdînþêr dora kelehê kirine xelek..

 Hingê Xelefê Þûvî ji ser kelehê berê tivinga xwe da Ezdînþêr ku wî bikuje.. Ji mîr re got: Mîr! Ezdînþêr ketiye derba tivinga min de, ez wî bikujim? Mîr lê vegerand: Na Xelef nema lê hêjaye, wî nekuje.. Em ê xwe teslîm bikin.. Belê Xelef ne ji wan mêran bû yên ku berika wî bûþ derbas be.. Xelef bi ya mîr kir, berika xwe berda û Ezdînþêr nekujt.. Xelef ji mîr re got: Ezbenî! Eger tu xwe teslîm bike, ez xwe teslîm nakim.. Ez ê xwe ji meydanê bidim alî.. Mîr got: Xelef çare nemeye.. Ji herdû rexan ve wê xelkên Botan bêne kuþtin.. Ez xwe teslîm bikim çêtire.. Berî ku mîr Bedirxan xwe teslîmî Osman Paþa bike, Xelef xwe ji kelehê da alî û nebedî bû, mîr Bedirxan jî xwe teslîmî wan kir.. Û di havîna 1847an de, Siltanê Osmaniyan Mîr Bedirxan û malbata wî sirgûnî Stenbolê û girava Kirîtê kirin..
Belê li gor sozên ku Osman Paþa bi Ezdînþêr re dabû ku wî bikin Mîrê Cizîra Botan, pêk anîn û ew kirin mîrê Cizîra Botan di þûn Mîr Bedirxan de..  
Sebaretî Xelefê Þûvî, wek ku kurdan gotiye: Rim di tûran de nayê veþartin), Xelefê Þûvî jî nedihat veþartin û wek sûcdarekî ji rex Ezdînþêr ve dihat naskirin.. Vêca wî þêxên Basret dan pêþiya xwe û çûn Birca Belek dîwanxaneya Mîrê Botan, da ku Ezdînþêr efûya wî bide.. Dibêjin piþtî ku derbasî Birca Belek bûne û rûniþtine, Ezdînþêr qedrê Þêxên Basret girtiye û ew efû kiriye, lê di nav re bang xulamekî xwe kiriye û jêre gotiye: Ka wî texmê min yê cûx bîne.. Piþtî ku jêre anîne, kuna ku di navrana þerwan de bû þanî Xelef kiriye û jêre gotiye: Xelef! Tu dibê ev kuna di navrana þerwalê min de ne þûna devê seha ye? Dibêjin Xelefê Þûvî lê vegerandiye: Na begê min! Ew kun þûna devê þêra ye.. Paþê jê xwestiye ku ligel bimîne, wek ku çawa ligel Mîr Bedirxan bû.. Xelefê Þûvî lê vegerandiye: Piþtî çavên Mîr Bedirxan xulamtiya zilaman li min heram be, ez zilamtiya kesekî din qebûl nakim.. Dibêjin hingî Ezdînþêr gelekî jê aciz bûye û gotiye: Ez te nakujim, mala þêx Husên bi te re hatine, lê herêma Botan li te heram be.. Dibêjim dema ku Xelefê Þûvî ji birca Belek derketiye ku ji herêma Botan celî bibe, dîtiye govend û dîlana þahiya ku Ezdînþêr bûye mîrê Botan li dare, ji kerba re ketiye serê govendê de û wiha gotiye:

Ez Xelef im Xelef im      Haware mîro hawar e
Ez xelefê Þûvî me          Ezdînþêr begê Botan e
Xweyê þûrê sedef im      Haware mîro hawar e
Gel eþîra þer dikim         Deng, dengê mîrê Botan e
Ez Xelefê kinik im          Haware mîro hawar e
Xweyê þûrê þirik im       Ezdînþêr begê Botan e
Ez Xelefê Botî me          Haware mîro hawar e
Ji eþîra bi hevî me         Deng dengê mîrê Botan e..

Xelefê þûvî, qet di vê strana xwe de, negotiye Ezdînþêr Mîrê Bota ye, bi tenê gotiye Ezdînþêr Begê Bota ye..

Konê Reþ, Qamiþlo, 10.11.2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4183