Ji Dîrokê Bipirsin?!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 22 ÃßÊæÈÑ 2015 Mijar: Nûçe
Xalidê Heso
Bijî bijî kurdistan Wan pêþmergên qehreman
Li cîhanê deng vedan Ji pola ye vîna wan
Dilovan û pirr merdin Ji dozê qet naberdin
Xwedî maf û dîrok in Ew rêbaza serok in
Þervan û canfîda ne Ewin neviyê þêran e
Wan sûnd xwarî bi Yezdan Yan Kurdistan yan neman
Sîngên xwe kirne senger Ji welat re sernaser
Cnfîda ne bo welat Xwîna xwe kirne xelat
Kurdistan pirr biha ye Qelen xwîna kurda ye
Kesên îro bûn sedem Bûn berpêk û bûn kelem
Îro, nû hûn bûn dilêþ! Bûn rêber û bûn serkêþ!
Fedî nekin, netirsin Ji dîrokê bipirsin..
Keda kê bû ew halan Ala rengîn kê hildan?
Ev leþker û perleman Ew kolêc û dibistan
Gerek em jibîr nekin Em rastiyê kwîr nekin
Kê em xistin rêka rast? Kî bû mafê me parast?
Bi destan û berxwedan Kî bû deng da, nav cîhan?
Yê ku bingeh rast danî Ew bû, nemir BARZANÎ. Qamiþlo, 10.10.2015
|
|