Simaîl Omer careke din
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 21 ÃßÊæÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Heyder Omer

Berê min du caran li ser rehme lê Simaîl Omer nivisand û got jî, cara pêþî roja 24. 11. 2010 bi boneya 40rojiya kobûna wî bû. Û cara din roja 21. 10.2012 bi boneya bîranîna wî bû.
Vêca, bê ku careke din bi dirêjayî dubare bikin, hema bi kurtahî, dibêjim, ku cara pêþî min sê xalên giring di jiyana wî de nîþan kirin:
Yekem ew bû, ku wî ji xwe re ramanek peyda kiribû, pê bawer kir, û ta dawiya jiyana xwe ji bo wê ramanê xebitî. Ev yeka rûmetirîn awayên lehengiyê ye.

Duwem, ew bû, ku wî armanca xwe baþ numa diyar kiribû, ku ji bo bi destxistina mafên kurd ên netewî di arewa Sûryayeke demikratîk de dixebitî. Diyarkirina armancan bi vî awayê numa û zelal dibe alîkarê veqetandina alavên bidesxistina wê armancê, vê lomê jî wî þûna xwe û ya partiya xwe di ragihandina Þamê de dît.
Sêyem jî, li hevkirina gotin û kirinê bû, ku nivîsîn û hevpeyvînên wî bi þûn xwe de hêþtine, didin xuyan, ku ewî ti bergeh nedixist navbera gotin û kirinên xwe. Ev yeka ji hêla lebita wî de dilsoziya bi kar re dide xuyan, û ji hêla derûnî pisîkologî de jî kesayetiya li dûzan nîþan dike.
Cara duwem jî, piþtî ku min bermayên wî nivîs û hevpeyvîn tev dan, ez gîhan sê xalên sereke, ew jî bi kurtahî ev bûn:
1 Ewî hemî kesayetî û rewþenbîrên xweser û hemî kesên welatparêz, wek endamên partiya xwe dijmartin; lê ji ber ku ewana ne endamên organîzekirî bûn, min têgeha (endamê rûmetê) bi ser wan ve kir. Nîþana xebitandina vî cûreyê endametiyê jî ew bû, ku gelek rewþenbîrên derveyî rêxistina partiya wî di rojname û kovarên partiyê di dixebitîn. Pê re jî têgeha (tevgera kurdî) firehtir bû, ku ne tenê hêzên partiyane, belê sîwana xwe da ser hemî hêzên civakê û rewþenbîr û nivîsevan û kesayetiyên civakî jî. 
2. Helwesta wî li hember pergala parebûna tevgera kurdî. Ew bi tundî bi rûwê vê pergalê de radibû, vê lomê jî partiya wî endamekî (hevbendiya demikrat a Kurd) bû, ya ku wek gavekê li ser riya areserkirina pergala pareebûnê dinerxand, û gava (eniya demikrat a Kurd) hate demezirandin, ewî ev yeka wek gaveke din ber bi areserkirin pergala parebûnê de nirxand.
3. Evê helwesta wî ya li hember pergala parebûnê, rê li pêþ wî û partiya wî vekir, ku hizra girêdana (kongira niþtimanî kurdî) berdin holê, da ev kongir rêvibiriya kurdî hilbijêre. Ev yeka jî piþtî kobûna wî pêk hat, kongir hat girêdan, û encûmena niþtimanî kurdî hate damezirandin, lê mixabin ev encûmen piþtî sê-ar salan hîn jî di karê xwe de dilukume.
Ji van xalan pê ve mofirkine din di rêveûna polîtîkî ya rehme lê Simaîl Omer de hene, lê mixabin ewî nekiribûn mijara gotarekê yan nivîsekê, belê di nav gotin û lebitên wî re diyar dibûn, ew kesên ji wî ve pir nêzîk bûn dikarin wan xalan aþkere bikin, û roniya bidin ser.
Beriya du-sê hefteyan hevpêþeyê me Dilawer Zengî di posteke fêsbokî de bal kiþand ser du xalan:
Yekem ew bû, ku beriya kobûna wî bi kurtedemekê Simaîl Omer ev pergala, ku naka Sûriyê tê de ye, texmîn kiribû, û weha û bû, ku rewþa hundirê Sûriyê dide xuyan, ku dema guhertineke mezin li vî welatî nêzîk bû ye.Ev yeka hem kûrbûna ezmûna wî ya polîtîkî, û hem jî dûrbîna wî dide xuyan.
Duwem jî ew bû, ku bi saya cefa û daxwaza wî 5 hejmarên dawî yên kovara Gelawêj, berî ku raweste, bi forma nû derûn. Ev yeka jî dide xuyan, ku ta i radeyê hewesdarê ziman û wêjeya kurdî bû, lê mixabin hevalên wî yên rêxistina Ewropa nikarîn hilkiþîna asta vê helwesta wî ya nirxbilind, imkê ji dêvla wê helwestê geþ û gumreh bikin, ewana kovara Pênûs, a ku wan derdixst, rawestandin, û deriyekî xizmetkariya ziman û wêje û rojnamegeriya kurdî girtin.
 Landenhagen, 17. 10. 2015
     





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4168