Nizar Yosif
Ez bê çare me
Derya kûre
Kinar winda
Rû ji Tavê
Sêwana xwe li jor rada
Ji niþkave
Bi xweziyên birçî veda
Rewþena wê
Bi ser de barî
Nem li tîbûnê weþiya
Bê zar ziman
Rawestiya
Hûnik ba yê wê
Nermî li min da
Tora Buharî
Bi min ve aland
Sêncek þitil û lem
Li dora min veda
Paþhest tejî bîn
Hest pêy di çêjin
Çav di nûþin
Bengî girêdan
Þemaliye
Hisna ewê
Lewendiye telesm da
Hevrîþmê dêm û gerdenê
Bi seyr hiþtim
Di hizreta wê de ez mam
Ji meremên dildariyê
Bi þeydayî hatim rêsan
Ji zû ve
Li bendî vê sûdê bîm
Wê bi xwesteka min veda
Tîrêjên dilê min girtin
Bi hîviyên dilê xwe ve pêçan
Herdû dil baskan hilandin
Danîn warek nerm û tena
Stêr di jenin
Perî di xwînin
Di çeperê de
Geþt û sema.