Helebçe
Dîrok: ÇáÓÈÊ 17 ãÇÑÓ 2007
Mijar: Helbest



Ronî ELÎ

Helebçe …

Axîna dîrokek bê ziman
Ahîna dilekî bê kovan
Pejrandina zemîna evînê
Wergirtina alavên jiyanê


Di hembêza
Dergûþên nîvçe de
Di hinavên
Dayika beravêtî de
Li ser biskên û guliyên
Kuzirî
Û vîxanên
Di gewriya Çivîkan de …
 
Helebçe mede girî
Helebçe tu namirî

Helebçe …

Bahozên reþ
Di navbera
Dilên li hev hatî de
Kevanê nêçîrvanan
Li ser sînga xormalê
Tewnbara hezkirina
Hefîd û Barzan
Û
Dilketina Alqamþ û kela dezê
Evîndara sînorekî bê kelem
Bê derî
Û
Dergevan …

Helebçe mede girî
Helebçe tu namirî

Helebçe …

Sirûda pêþmergê birîndar
Nirxê Mîtan û Lor
Niviþta gerdenê mendalan
Xala li ser dêmên delalan
Nan û danê Rêwiyên
Felat û azadiyê
Kaniya Sorgulên
Omîd û hêviyê
Tosina Buhara
Dilketinê
Û
Evîn û evîndariyê …

Helebçe mede girî
Helebçe tu namirî

Helebçe …

Tîrêjek ji roya xemlandnê
Li ser sînga Ala
Kesk û sor
Li rûbar û deþtên
Cor bi cor
Xelatek ji doza berxwedanê
Di buxçeya Bûkên
Amedê
Mihabadê
Qamiþlokê
Û
Seqiz û Hewlêr de …

Helebçe mede girî
Helebçe tu namirî








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=414