Ji Evîna Rojên Kevin -21-
Dîrok: ÇáÓÈÊ 12 ÓÈÊãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Bi çûna Qamiþlo re ji bo xwendinê û li gor þîretên mamostayê me yê zimanê erebî, min dest bi xwendina pirtûkan kir û deriyê xwendina derî xwendina dibistanê, li ber min vebû. Hingê ji pirtûkên pêþî yên ku min xwendin pirtûka (Roj) a Taha Husên, (Vegera Can) a Tewfîq Alhekîm, (Qûm û Kef) a Cibran Xelîl Cibran û wiha gelek pirtûkên din min dixwendin.. Ez bi xwendina wan re rehet û kêfxweþ dibûm û diçûm dinyake din..

Bi demê re hewesa xwendina pirtûkan bi min re þêrîn û gur bû û min dest bi xwendina romanan kir. Nexasim ew romanên ku nivîskarên Misriyan dinivîsandin wek: Mihemed Abdulhelîm Abdullah û romanên wî; (Bêjî, û Piþtî Roj Çû Ava..), Necîb Mehfûz û romanên wî; (Zarokên Taxa Me, Destpêk û Dawî, Xana Xelîlî û yên mayî..) Hem jî min romanên Circî Zêdan yên li ser lehengên ereban bûn, û yên Îhsan Abduqidos dixwendin. Ji bilî wan jî, min dîwanên helbestan dixwendin.
Bi derbasbûna demê re, di nav roj, meh û salan de, asoyê zanîna min û serwextiya min ber firehtir bû, min jî berê xwe da xwendina romanên biyaniyan, ewên ku hatibûn wergerandin zimanê erebî wek: (Çîroka Du Bajaran û Olîver Tiwîst) yên Tiþarliz Dîkinz romannivîsê Ingilîzî. (Yên Perîþan û Qopê Noterdam) yên Vîktor Hîgo, romannivîsê Fransî. (Dê) a Maksîm Gorkî, (Þer û Aþtî) a Lîv Tolistoy, (Du Jin) a Alberto Moravya, (Xerîb) a Albêr Kamo, (Berfa Kalîmancaro û Kalemêr û Derya) yên Arnist Homengwayî û hin din.. Wiha, vê paþiyê min tev romanên Arnist Homengwayî xwendin û kêfa min jêre hat.. Ta niha bûyerên pirraniya van romanan di bîra min de ne. Belê vê paþiyê jî, bi xwendina romanên Abdulrehman Mûnîf wek; (Rojhilata Navîn û Gundên Xwê) û romanên Hina Mînê wek (Yatir) min xwe rehet didît..
Di nav xwendina van romanan de, eger pirtûkek li dor Kurd û Kurdistanê bi dest min keta, wek tîkî ku here ser avê, di derhal de min dixwend. An min bibihîsta ku pirtûkek li dor kêþeya gelê min li cem yekî dost heye, dêrekt min xwe digîhandê û jê dixwest ..
Di wan heyaman de ne tenê zimanê Kurdî qedexe bû, belê tev nivîsên bi zimanê erebî jî, ku gotina Kurd û Kurdistanê di wan de derbas dibû qedexe bû. Vêca te min pirtûkek li dor kêþeya gelê xwe peyda dikir, min sed dijwarî didîtin.
Di baweriya min de, pirtûka pêþî a ku min bi zimanê erebî li dor kêþeya Kurd û Kurdistanê xwendiye a Mihemed Emîn Zekê Beg bû, di pey re a Basîl Nikatîn ewa bi navê (Kurd) bû û vê paþiyê min a Wîlyam Îxîlton (Komara Mehabad) û a Dana Ademz Þimids (Geþtek ji bo Mêrxasên Leheng li Kurdistanê) peyda kirin û xwendin..
Di wan salan de çend carekî min hewilda ku wan pirtûkên qab sor jî bixwînim, lê neketin serê min de û min nikarîbû wan bixwînim, bêtir kêfa min ji xwendina romanên Misriyan, Ewropiyan û Amerîkiyan re dihat.. Di nav xwendina wan romanan de jî, min bi berdewamî kovar û rojnameyên erebî dixwendin, nexasim kovara (Alarabî), ewa ku dewleta kuwêt diweþand.. Û wiha bingehê pirtûkzaneya min hat danîn..






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4139