
Qedrî Can, 43 Sal ji Koçkirinê û 57 Sal ji Gotina Helbesta (Þêrê Hat Welat)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 07 ÃÛÓØÓ 2015 Mijar: Nûçe
Konê Reþ Di roja 09.08.2015an de, 43 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can, mîrê helbesta Kurdî a nûjen re derbas dibe, bi min xweþ e ku ez vê helbesta wî a bi navê (Þêrê Hat Welat) ku li dor hatina Barzaniyê nemir gotiye bînim ziman.. Hem jî hêjaye ku ez bêjim; di eynî rojê de ez ê semînerekê li dor jiyan û xebata wî, di navenda Aso a mamoste Siyamend Brahîm de li dar xînim.
Þêrê Hat Welat: Mizgîn .. mizgîn.. gelî Kurdan Roja Kurdistan helat.. Barzanî hate niþtiman, Þêr hat .. þêr hat welat.. Mizgîn li we, Barzanî hat.. Çayê Zagros bê deng mabû, Baxçe û bax bê reng mabû, Ew meydana bê ceng mabû, Roja Kurdistanê helat.. Þêr hat welat.. þêr hat welat.. Mizgîn li we, Barzanî hat.. Ne xuyabû ji çend salan, Ji bona derdê niþtiman, çû bû digerya, li derman Roja Kurdistanê helat.. Þêr hat welat.. þêr hat welat.. Mizgîn li we, Barzanî hat.. Mijde ji bo dar û beran Deþt û newal li her deran Roja Kurdistanê helat.. Þêr hat welat.. þêr hat welat.. Mizgîn li we, Barzanî hat.. Li Îraqê, Kurd û Ereb, Azad bûne ji nîrê Xerb.. Li ser yek rê.. li ser yek derb Roja Kurdistanê helat.. Þêr hat welat.. þêr hat welat.. Mizgîn li we, Barzanî hat.. Azad bûye Silêmanî Sibe dora Mûþ û Wanî Mehabad, Sine, Banî! Roja Kurdistanê helat.. Qedrî Can
|
|