
Evder Žengal e
Dīrok: ĒįĆĖäķä 03 ĆŪÓŲÓ 2015 Mijar: Nūēe
 Kamran Simo Hedilî evder Žengal e Žengal welatê barhilgirên ola qedîm pîrozgeha yêzdan e
ji režkirasê režcîhana alrežan agir dibare li vir li vî xakî govend û dîlan evîn û žadî di ayetên rež de difetisin kujerên xwediyên kirinên rež zilma xwe dikin ala serkeftina xwe bindestiyê dikin navê dîrokî tirs û jariyê li dilan siwar dikin li vir li vî xakî žev û roj êž û hejarî li çiyayên pîroz li pîrozgehên Êzîdxanê giriyandin pîxwesên welatê Ževževokên tarîperest birîna dîrokê careke din birîndar kirin Pîr û Feqîr qewl û stranên žikestinî li Lalež distrênin evder Žengal e Žengal welatê barhilgirên ola qedîm pîrozgeha yêzdan e hêlîna bilbilên zinarên tî seyrangeha xwežikên zozanên dilwestiyayî ye li vir li vî xakî goristanên bêkêl keserên bêper û bêbask rev û berxwedan kêm nebûn di her fermanê de ewr rež dibin roj rež dibe reng rež dibin di xwîna xwe de digevizin stêrk xanî hildiwežin dîrok hildiweže zevî dižewtin zarokên bêguneh pîrejinên serspî kalemêrên rihspî rêwiyên riyên dûr in di gewriyan de difetisin qewl û niyaz miraz û daxwaz diqurmiçin tî û birçî dest û rû û lêv diterikin di dilê min de diherifin beden çûkên li ser daran teyrên çiyan hechecikên malan masiyên gol û çeman digirîn ba sorxemgîniya Kurdistana birîndar dibêje di dilê min de serjê dibin kevok li vir li vî xakî melûlî û wêrekî rengên xwe didine hemû rengan di mêjiyê Êzîdxanê de dijenê bêmecaliya zengirtî li vir li vî xakî her hezkirin dibe windakirinek dibe Enfalek dibe wêrankirinek dibe birîneke bêderman dibe Ezîzekî bê av û keçên Žengalê bêdeng bênav bêstran û bêkes li bin çaržefên rež zincîrê li stûyê mirovahiyê dipêçin evder Žengal e Žengal 04.08.2014 Kamran Simo Hedilî
|
|