Nizar Yosif
Pûsî
Dopiþk
Kurm
Kêzik
Di kunên navberên me de
Jehrê datînin
Di seqetiyên me re
Kulbûnê diçînin
Di kevilê xweyîtiyê de
Þaneyan çêdikin
Þûrên kalan rizî
Sinbilên nuhgihiþtî diçinin
Birçiyên talanan
Avayiyên me di givêþin
Þanên mirovayî di hêrin.
Veqetandinên xweyîtî
Wargehên me bê pergal hiþtin
Niþtevan kûvî kirin
Bayê pehîzê di ser buharan de diberdin.
Çi çaxî ê ewrên cudabînê radipêçin
Kengî ê konê lihevhatinê vegire
Darê sitemê ji ser xwe bavêjin
Û eniya serxwebûnê bi ramûsin.
12,08,13